Kurdistanmedia: “Ayşe Şerîfzade” dayîka şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Înê rêketa 11`ê Gelawêjê “Ayşe Şerîfzade” dayîka şehîd “Elî Şerîfzade” koça dawiyê kir.
“Ayşe Şerîfzade” di sala 1339 a rojî li gundê Binawêle ya ser bi bajarê Serdeştê ji dayîk bû.
Şehîd “Elî Şerîfzade” di rêketa 17`ê Xakelêweya sala 1363`an di şer û pevçûnekê de digel hêzên dagîrkerên Kurdistanê tevî karvanê şehîdan bû.
Tirba navbirî li cihekê bi navê “Piştî Çiwalan” ê ye.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, û xizm û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi hevparê xema wan dizane.