Kurdistanmedia: “Seyîzade Nexşîn Mihemedî” dayîka şehîd “Arif Îsma`îlî” xelka devera Hewşarê, bi sedema nesaxiyî çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pênçşemî rêkefta 27`ê Beframbara 1397`an (17`ê Kanûna Paşîn) “Seyîzade Nexşîn Mihemedî” dayîka şehîd “Arif Îsma`îlî” xelka gundê Hesenlûlanî a girêdayî devera Hewşarê li temenê 78 saliyî de, û bi sedema nesaxiyî çû ber rehmetê.
Navbirî jineke nîştimanperewer û netirs bû, di serdema xebata şerê çekdarî yê di heyamên salên 60`î heya 70`î de, mala wê cihê pêhnvedana pêşmergeyên Hêza Hewşarê bû, û hemû demî jî bi şanazî û serbilindî ve bas ji rê û rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, di guristana Sayînqela yê de, bi axê hate sipartin.
Şehîd “Arif Îsma`îlî di sala 1343`an li gundê, “Hesenlûlan” jidayîk bibû, û di rêkefta 11`ê Xaklêweya 1364`an, ku pila rêkxistinî a cihgir pel bû, li devera Şilêre di şereke hatî sepandin de tevlî karvana şehîdên sorxelat yên Kurdistanê bû, û di gundê Bûrdmere de bi axê hatiye sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, her bi vê boneyê, sersaxiyî dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.