Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî PDKÎ li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî rêkefta 26`ê Xezelwera 1397`an (17`ê Çiriya Paşîn), xwedêjêrazî “Xatûn Elfîda” dayîka şehîd “Nasr Xizirî”, û şehîdê PDKÎ, li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî “Xatûn” jineke roxweş û cihê baweriyê di nav xelkê deverê de bû, û hertim şanazî bi rêbaza kurê xwe dikir.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.
Şehîd “Nasr Xizrî” li sala 1341`an, li gundê “Mirane” jidayîk bibû.
Şehîd “Nasr” li rêkefta 2`ê Xaklêweya 1365`an, li şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê, li cihê bi navê “Sarde Kûystan” tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.