Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî a PDKÎ daxuyaniyek derheqê bûyera bajarê Banê de belav kir

22:47 - 5 Îlon 2017

Kurdistanmedia: Derheqê şer û pevçûnên bajarê Banê, Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, daxuyaniyek belav kiriye, ku di vê daxuyaniyê de, tevî bilindnirxandina helwêsta cesûrane a xelkê bajarê Banê û derdora wê, dawxaza hevhelwêstiya civatên xelkê Kurdistanê hatiye kirin.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Serkut û kuştina sîstematîk û bi bername ya kasibkarên gund û bajarên ser sînor yên Kurdistanê, ji aliyê komara Îslamî a Îranê ve, di heyama çend salên derbazbûyî de, beşeke veneqetiyayî bûye ji siyasetên wê rejîmê, ku roj bi rojê berfirehtir dibe, û canê hemwelatiyên zehmetkêş û kasibkaran dike armanc.

Tenê di heyama kêmtir ji salekê de, dehan kasibkar bûne qurbaniyê siyasetên serkutkerane, û herwiha hejarhêştina hemwelatiyên Kurdistanê ji aliyê komara Îslamî a Îranê ve. Di doma rewşa kuştin û êrîşkirina bo ser kasibkarên deverên sînorî yên kurdistanê, û di rêkevta 4`ê Îlona 2017`an de, du kasibkar bi navên “Qadir Behramî” temen 45 salî xelkê gundê “Vizmelle” û “Heyder Ferecî” temen 21 salî xelkê gundê “Şeşe” a ser bi bajarê Banê jiyana wan jê hate standin.

Li hember vê tawana rejîma Îslamî, xelkê bihelwêst û bêzarbûyî yên bajarê Banê û derdorê, ku pêştir jî berbirûyê zilm û zordarî û serkutê ji aliyê hêzên rejîmê ve bûne, dijayetiya xwe anîn ziman, û di roja derbazbûyî de û îro jî (4 û 5`ê Îlonê) nerazîbûnên giştî rê xistin, û di civîneke berfireh de, û bi helwêsteke netirsane, êrîşî ser navenda deshilata rejîmê, li bajarê Banê de kirin, û binkeya fermandariyê kirin armanc, û ji aliyekî din ve bi daxistina dukan û bazaran nerazîbûna xwe li hember vê bûyera dilgiran anîne ziman.

Hewceyî basê ye ku, şer û pevçûn di navbera hêzên serkutker yên rejîmê û komên hemwelatiyên bajarê Bane heta dema amadekirina vê ragehandinê jî, her berdewam e, û herwiha li gora zanyariyan rejîmê hêzekî zef ji bajarên derdorê ve ber bi wî bajarî şandine, û hikûmet nizamiyeke tewaw (rewşa awarte) li ser bajar de zal e, û hejimarek ji xwenîşanderan hatine binçavkirin.

Em tevî şermezarkirina kiryara dijîgeliyane ya rejîmê di kurdistanê de, li hember kasibkarên Kurd, û ev hereketa azayane ya îro û duh a xelkê bihelwêst yê bajarê Banê û derdorê bilind radigirin, û daxwaz ji hemû tex û çînên civaka Kurdistanê dikin, ku yekrêz û yekhelwêst bin, û dengê xwe bixine kêlega hereketên wiha de, û bi hevxebatî û yekîtiyeke bihêz ve, berbirûyê siyasetên serkutkerane ên rejîmê bibin.

Di dawiyê de, piştevaniya xwe ji bo vê hereketa bivêrane û şoreşgerane a xelkê bajarê Banê û yên derdorê radigehînin, hereketek ku wekî remz û nîşana girêdana xebata çiya û bajar tê hesibandin.

Partiya Demokrata Kurdsitana Îranê
Deftera Siyasî
5`ê Îlona 2017`an