Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq teqîna terorîstî ya li pêşberî binkeya sereke ya Hevalên Pêşîn daxuyaniyek weşand.
Deqa daxuyaniyê weha ye:
Hemwelatiyên rêzdar!
Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!
Roja 30’ê Sermaweza 1395’an a Rojî, demjimêr 10’ê şevê (20 li ser 21’ê Desember a 2016’an a Zayînî) li pêşberî binkeya sereke a Hevalên Pêşîn ên me, li kelha nêzî bajarê Koyê, du teqînên terorîstî çê bûn, û di encam de li gorî zaniyariyên ku sibêdeya roja 1’ê Befranbarê (21 Desember) belav bûne, mixabin 5 kes ji pêşmerge û zarokê yek ji malbatên wan, û herweha Mofewezekî Asayîşa Koyê di vê karesatê de şehîd ketine, û herweha çar kesên din jî birîndar ketine.
Eva ku heya niha hatiye belavkirin û herweha zaniyarî bas ji vê dikin ku, ev bûyer kiryarekî terorîstî û pilandarêtî bûye, û teqîna yekemîn bona handan û rakêşana bala xelkê bûye, da ku di teqîna duyemîn de zirarên zêde yên canî bigehînin, û ev cure kiryarên dije mirovî, ji şêwazên teqîn û kiryarên Komara Îslamî diçin, ku salên berê jî, li dijî PDKÎ û hêzên din ên dijberî rejîma Îslamî bikar dianîn.
Deftera Siyasî a PDKÎ serbarê nîşandana hevxemiya xwe digel Hevalên xwe yên Pêşîn, hevçeperên wan şehîdan û malbatên wan, û herweha hevxemiya digel malbata karsazê Asayîşa Koyê, û hevkarên wan, hêviya baştirbûna birîndaran di dema herî zû de dixwaze, û careke din destê reş ê terorê û çavkaniya terorîzmê di cîhanê de, wate rejîma Îslamî pirotesto dike.
Ev kiryara terorîstî careke din nîşan da ku, teror û çavkaniya terorîzmê digel hemû bingehên azadî û mirovahiyê neteba ye, û rejîma Îslamî ya Îranê gefek e cîhanî ye bo ser jiyana însanî.
Ruha şehîdan şad, û bi hêviya başbûna birîndaran
Neman bo terorîstan û rejîma Komara Îslmî ku çavkaniya terorê ye
PDKÎ
Deftera Siyasî
1’ê Befranbar a 1395’an a Rojî
21’ê Desember a 2016’an a Zayînî