Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demîrtaş: Di sala 1920`î de parêzeran bi zimanê xwe yê dayîkê xebatên xwe dikirin

12:19 - 13 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Demîrtaş di dadgehê de bi Kurdî bergirî ji xwe kir, û ragehand ku dadgeîkirina wî siyasî ye.

Demîrtaş li 19.emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê de, bi zimanê Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Wî got: “Berî her tiştî ez eşkere bibêjim, min gellek dixwast di seranserî pêvajoya darizandinê de, bi zimanê xwe yê dayîkê parastina xwe bikim. Lê mixabin ev sed sal in, zimanê kurdî rastî zext û givaşeke zor hatiye, û ez jî wek bi milyonan zarokên kurd ji zimanê xwe hatime dûrxistin”.

Wî piştre derheq qedexeya li ser zimanê Kurdî weha got: “Di sala 1920`î de, di Meclisa pêşîn de, nûnerên gelê kurd bi zimanê xwe yê dayîkê û bi cilûbergên xwe xebatên xwe yên Meclisê dikirin. Lê îro, ango di sala 2018`an de, di Meclisa Tirkiyeyê de kurd wextê bi kurdî diaxivin, zimanê wan wek zimanê nayê zanîn”.

Di dawiyê de Demîrtaş behsa ragehandinan bi zimanê Kurdî kir, û got: “Televîzyon, radyo, kovar û rojnameyên bi kurdî têne girtin. Qeyûmên ku bi zordarî şaredariyên gel dagîr kirine, bi kerb û kîn ve navên seyrangeh û kolanên bi kurdî diguherin û dikin tirkî”.

Serbarê vê ku YE daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku Demîrtaş azad bike, lê çavdêrên siyasî bas ji vê dikin ku Tirkiye bi zexta li ser dadgehê, yasayê binpê dike, û biryarên siyasî ên xwe bi ser dadgehê de disepîne. Dadgeh jî tewaw di bin deshilata hikûmetê de ne û nikarin bi awayekî serbixwe kar bikin.