Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Demîrtaş di TRT`ê de, wê derheq hilbijartinê baxive

13:24 - 16 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Hate ragehandin ku roja Yekşemiyê demjimêr 20:50 deqeyan, axavtina hevserokê berê yê HDP`ê di televîzyona fermî ya Tirkiyê de wê belav bibe.

Hevjîna Demîrtaş piştî vê ku çû girtîgehê û digel Demîrtaş hevdîtin pêk anî, bi belavkirina “Twitt”ekê ragehand, ku roja Yekşemiyê saet 20:50 deqeyan, axavtina Demîrtaş di televîzyona fermî ya Tirkiyê de belav bibe.

Berî belavbûna vê “twitt”a hevjîna Demîrtaş, Mehsûnî Karaman parêzerê Demirtaş jî ragehandibû ku li ser bingeha yasayên Tirkiyê, dibe Demîrtaş jî di kanala TRT`ê de wekî berbijêrên din ên serkomariyê, derheq hilbijartinê baxive.

Heta niha kanala TRT`ê alîgiriya hizba deshilatdar wate AKP`ê kiriye, û di vê derheqê de wekî kanaleke fermî ya welatê Tirkiyê tevnegeriyaye. Her vê yekê jî AKP rastî gellek rexneyên tund bi taybetî ji aliyê HDP`ê ve kiriye ku dest daniye ser televîzyonên fermî ên welat.

Ew bêdadiya di diyarîkirina demê bo berbijêrên serkomariya Tirkiyê û bo partiyên beşdar di hilbijartinê de, demekê zêdetir eşkere bû, ku Rêkxirawa Şefafiyeta Navneteweyî ( CPI)  jî raporek belav kir.

Li gora vê raporê, kanala fermî ya Tirkiyê TRT`ê, tenê sê saniyeyan reklam ji bo Demîrtaş kiriye, û li hember de 105 deqeyan reklam bo Erdoxan hatiye kirin.

 Li gor raporê dema belavkirina çalakiyên berbijêrên serkomartiya Tirkiyê jî wiha bûye:

Berbijêrê Hevpeymaniya Komarî “Erdogan”: 105 deqîqe

Berbijêrê CHP`ê “Muharem Ince”: 37 deqîqe

Berbijêra “IYI PARTI”, “Meral Akşener”: 14 deqîqe

Berbijêrê “SAADAT PARTISI”, “Temel Karamollaoglu”: 5 deqîqe

Berbijêrê “VATAN PARTISI”, “Dogu Perinçek”: 2 deqîqe

Berbijêr HDP`ê “Demîrtaş”: 3 saniye

Her li gor heman raporê, dema belavkirina çalakiyên firaksiyonan bi vî rengî bûye.

AKP: 147 deqîqe

CHP: 25 deqîqe

MHP: 25 deqîqe

“IYI PARTI”: 14 deqîqe

“SAADAT PARTISI” : 5 deqîqe

BBP (Partiya Yekbûna Mezin): 5 deqîqe

“VATAN PARTISI” (Partiya Veten): 2 deqîqe

“HDP”: 0 deqîqe

Rêxistina Şefafiyeta Navdewletî di rapora xwe de vê bêdadiyê di belavkirina çalakiyên partiyan de bi tundî rexne dike, û wekî şikestekê bo demokrasiyê div î welatî de dibîne.