Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa axavtinên Mistefa Hicrî di Parlemênta Siwîsê de

20:12 - 5 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekretêrê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, roja Çarşemî bervara 4’ê Hezîran a 2014’an di Parlemênta Siwîsê de gotarek pêşkeş kir.

Deqa gotarê bi wî awayê ye:

Çi pêşerojek bo neteweyan piştî hatina Rûhanî?

Rêzdaran!

Komara Îslamiya Îranê, rejîmeke îdeolojîk û bi bîrûbaweriyeke paşvemayî ye, û hemû diyardeyên cîhanê di çarçoveya vê îdeolojiyê de dibîne,û dinirxîne. Jiber ku wan, ew îdeolojiya bi Xwedê ve girê dane, lewra neguher e.

Ola Îslamê nawerok û riha vê îdeolojiyê pêk tîne, Îslameke bi vê pênase û şiroveya ku rêberên olî ên hikûmetê di Îranê de hene, wate ola Şîe ya wilayeta Feqîhî.

Di vê îdeolojiyê de netewe, bi vê pênaseya ku îro di cîhanê de, hatiye naskirin, yan li Îranê, netewe xwe pê didin naskirin, tu cihek jêre diyarî nekirine, belkû her hemû jî Ometa Îslamê pêk tînin, û erka wan ya olî ye ku di biyavê ber bi pêşvebirina rênîşandayîn û perwerdehiya Îslamê de, bi awayekî yekgirtî tekoşînê bimeşînin.

Li gorî wan rênîşandanan, ew tak û girûpên ku di Îranê de, bi anîna ber bas ya “netewe”, daxwaza maf dikin, eva tê vê manayê, ku wan perwerdehiya Îslamê berçav negirtine, û daxwazên wan dibin sedema kêşe û netebahiyê di navbera Ometa Îslamê de, lewra hêjayî cezakirinê ne. Tometbarkirina partî û çalakên warê mafxwaziyê, yên ser bi neteweyên Îranê, bi “Dijî Şoreşê”, û xulamokiya wan bo dijminên Îslamê, wekî Îsraîl û Amerîka, û tometbarkirina wan bi cudahîxwaziyê, dikne hêcet, bo cezakirina giran ya wan, wekî îdam û hepsa dirêjheyam.

Di vê hikûmetê de, cihguherîna mohreyên rejîmê wekî serkomar, nikare guhertinekê di vê bîrûboçûnê de pêk bîne, bi awayekî ku bi kiryar bibe sedema bi fermînasîna neteweyên cuda yên Îranê, û dana mafên wan, ku eva jî vedigere ser du sedemên serekî:

1- Ew kesê ku wekî serkomar tê diyarîkirin, hertim yek ji mohreyên naskirî ên emegdar bi rejîmê, û bi bîrûbaweriya wê ve ye, û cuda ji rejîmê nine. Lewra wekî erkeke olî û îdarî, wan rênimayî û siyasetan bi rêve dibe, ku rêberê olî yê rejîmê pê dispêre.

2-Hekî em wisa bihesibînin ku wî kesî hinek bîrûboçûnên cuda jî hebin, ew deshilat pê nehatiye dan ku bixwe di warê wan siyaset û rênîşandanan de, pêngavan danê, ku cuda be digel wê perwerdehiya ku pê hatiye dan.

Lewra hêvîdarbûna bi vê ku bi hatina Rûhanî, yan kesên din di vê hikûmetê de, guhertineke bingehîn derheq bi vê pirsê, di heyama hikûmeta Komara Îslamî de, bi bê tu zext û givaşeke bi hêz, pêk tîne, tenê şik û gumanek e, û li ser tu bingeheke lojîkî nehatiye avakirin.

Lê rejîm ji destpêkê ve heya niha, bona pêkanîna gumanan û xapandina raya giştî, her demekê bi hewce bizane, bi berçav hinek basan di çarçoveya maf û daxwaziyên neteweyan de bilav dike, wekî vê ku di madeya 15’ê ya Yasaya Bingehîn de mafê hînkirina zimanên neteweyan bi fermî hatiye cih dan. Lê di heyama zêdetir ji 30 sal deshilatdariya xwe de, tu pêngavek bona cîbicîkirina vê madeyê hilnegirtiye.

Yan Rûhanî di serdema berbijariya xwe ya bo posta serkomariyê de, çend soz di vê derheqê de, bi armanca rakêşana bala neteweyan bilav kir, û Elî Yûnisê wezîrê pêşîn ê Îstixbaratê, wekî alîkarê xwe ji bo karûbarên netweyan û hindikayiyên olî destnîşan kir.

Lê bi kiryar ne tenê her pêngavek di biyavê mafên neteweyan û nehêştina cudahiyên olî, di Îranê de hilnegirtiye, belkû di dema hatina ser kar ya navbirî de, mafxwazên netewe û olê curbicur, di Îranê de, ketine jêr zext û givaşa zêdetir. Di vir de ew pirs tê pêş, ku bi vê berhevdanê, rêçareya gihîştina bi mafên wekhev, û azadiya neteweyên Îranê çi ye?

Bersiva me, zext û givaşanîna neteweyên belengaz û hemû azadîxwazên Îranê, bi awayekî yekgirtî bo ser rejîmê, di navxwe û piştevaniya navneteweyî li derve ye, zextek ku rejîmê bixîne nav nîgeraniya herifînê, jiber ku bi teslîmbûna rejîmê li hemberî sepandina gemaroyên aborî, ji aliyê Rojava ve, û serîtewandina wê bo daxwaziyên wan derheq mehandina Oranyomê, wê demê gihaye encamê, ku domandina dorpêçan aboriya rejîmê xiste rewşeke wisa xirap de, ku ji bo rejîmê eşkere bû ku ji vê hindê zêdetir nikare xwe rabigre, û aboriya wê ber bi herifîneke tewaw ve diçe, û di vê rewşê de, metirsiya herifîna rêjîmê tê xûyakirin.

Bê guman pêşgirî ji binpêkirina mafên neteweyan û azadiya xelkê, û pêşgirî ji hemû kiryarên terorîstî û bi tirs yên rejîmê, û di herêmê de jî, pêkanîna zexteke navxweyî û derekî hewce ye. Di vê pêwendiyê de Siwîsê wekî welatekî bê alî, ku roleke navneteweyî ya giring dibîne, di çareseriya kêşeyên navneteweyî de, dikare di biyavê çareseriya pirsa neteweyên Îranê de jî, roleke erênî bilîze.

Wek mînakek, pêkanîna konferanseke navneteweyî bo baskirin li ser vê pirsê, ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Siwîsê, bi taybetî ku wî welatî ezmûneke serkevtî heye, di warê çareseriya pirsa neteweyên cuda cuda de, ku ew netewe pêkhateya nifûsa Siwîsê pêk tînin, ji riya birêvebirina şêweyek ji federalîzmê, ku kariye mafê wekhev, bo hemû aliyan dabîn bike.

Di dawiya axavtinên xwe de, bi hewce dizanim ku spasiya germ ya xwe pêşkêşî rêzdar “Karlo SûmarogaK serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya parlemênta Siwîsê, û hevserokê girûpa parlemantarên Siwîsî yên dostê gelê Kurd” û “Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistana Îranê- Cenêv” bikim, ku zehmeta pêkanîna vê panêlê kêşane.
Sipas bo we hevalên beşdar di vê simînarê de.