Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa Nameya Mistefa Hicrî bo Endamên Encûmena Parêzerên Federal a Amrîka

18:23 - 26 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî, sikreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq xelat kirina parêzerên Dadegeha Mîkonosê, ji aliyê Encûmena Parêzerên Federal a Amrîka we, nameyek ji vê encûmenê re şand.

Deqa nameya han bi wî awayî bû: Endamên Encûmena Parêzerên Federal a Amrîka Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, heyamê 68 salane ku ji bo gehîştin bi Îranekî Demokratîk û dabîn bûna mafên siyasî û neteweyî ên Kurd li Kurdistana Îranê xebatê dike û di vê pêxemê de bi hezaran xebatkarên siyasî yên xwe di serdemê deshilatdariya rejîma Paşatî û rejîma Komara Îslamî de, bûne qorbanî.

Dr. Sadiq Şerefkendî, sikreterê giştî yê wê demê a PDKÎ û hevalên wî, berwara 17ê Siptembera sala 1992an a zayînî, di Ristûrenta Mîkonos a li bajarê Berlîna paytexta Alman, bi destê terorîstên hinartî yên rejîma Taranê hatin teror kirin, ku çend kesek bûn ji wan hezaran kesî.

Piştî xebat û tekoşîna bê rawestan a nizîk bi 3ê salan yên dadwerên Dadgeha Berlînê, rêveberên wê cenayetê di dadgehê de bi cizayê kiryarên cenayeta xwe hatin ceza kirin û ya li hemî girîngtir ewa bû ku ew dadwerên bivêr û cesûr bi tu awayekê li hember gef û temah bernan a tu aliyekê teslîm nebûn û bi awayek fermî û di biryar û hikmek dîrokî de, rastiya han dan eşkere kirin ku ew teror ji aliyê kopka deshilata Komara Îslamî anku rêberê Rejîma Îranê, serkomar û serokê dezgeha zaniyarî a rejîmê we pilana vê hatibû darêti û ferman encamdana vê hatibû derkirin.

Encama karê dadgehê û ragehandina vê encamê, harîkar bû ji wê yekê re ku Komara Îslamî dawiyê bo reêze terorên xwe li dijî azadîxwazên Îranê di welatên Rojawa de bîne û bo PDKÎ û gelê Kurd li Kurdistana Îranê, cihê keyfxwaşiyê bû.

Nemaze bi hegera vê yekê ku 3ê sal berî terora Berlînê, Sikreterek din yê PDKÎ, Dr. Ebdulrehman Qasimlo, her ji aliyê wê hikûmetê we, berwara 13ê Jûlaya sala 1989an a zayînî û li ser maseya got û bêjan, tevî nûner û şandiyên rejîma Tehranê, li Viyena paytextê dewleta Otrîşê hat teror kirin û mixabin dezgeha dadê a Otrîşê ne tenê ew terorîstên ku ber destê wan bûn siza nedan, belku bi xwe ew ji Tehranê re şandin û li vir ji aliyê deshilatdarên Tehranê we hatin xelat kirin.

Niha ku bi biryarek bi cî a we, dadwerên wê demê a Dadgeha Berlînê, bi hegera bi cih gehandina erkê pirofîşnal yê wan di karê dadwerî de, tên xelat kirin, em pir keyfxweş in.

Bi vê hincetê ji aliyê xwe û PDKÎ û dikarim bêjim ji aliyê neteweya Kurd li Kurdistana Îranê we pîrozbahiyê ji wan dadwerên rêzdar dikim bo wergirtina vê xelata ku hêjayî xelat dayînê ne.

Herwisan pîrozbahiyê ji we rêveberên w; erkî anku bexşîna xelatê bi dadwerên bivêr yê dadgeha naskirî bi Mîkonosê dikim bi hegera vê pêşdestiya hêja û nû a ku we afirandî û sipas û pêzanînên xwe pêşkeşî we dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Mistefa Hicrî
25\\02\\2014