Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqê peyama rêzdar Mistafa Hicrî bi boneya bidawîhatina Kongireya 15’ê a PDKÎ

12:56 - 15 Çirriya pêşîn 2012

Hevalê birêz Mesûd Tek sekreterê giştî ê PSK’ê, dost û hevpeymanê me ê birêz!

Heyeta rêzdar a Partiya Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê!

Hevalên Saziya Xebata Kurdistanê!

Mamostayên birêz ên zankoyê!

Kadr û pêşmergeyên birêz!

Xûşk û birayên hêja!

Silavek germ li we be û ez bixêrhatina we dikim

Her wek hûn dizanin kongireya PDKÎ li her çar salan carekê bi awayek asayî birêve diçe. Ew kongire yek ji kongireyên asayî bûye û bi xweşî ve bi serkevtin ve bidawî hat, wate jiber ku ew kongire bersivek serdemiyane bû bo xwast û daxwaz û tekoşîna evro a PDKÎ û sercem xelkê Kurdistanê, ew kongire hilgirê gellek mesajên serdemyane û rohn û giring bûn, ji berî her tiştî kongire li jêr diruşma hewildan bo yekrêzî li pêxema serkevtinê de birêve çû. Naweroka vê peyamê wate em wek PDKÎ serkevtina PDKÎ li yekrêziyê de dibînin ku ew peyam eşkere dike, ku PDKÎ xwe ji bo rewşekê li Kurdistanê amade dike, ku tu partiyek deshilatê di destê xwe de qebze neke, belku paşeroja Kurdistanê, deshilata kurdistanê, û hikumeta Kurdistanê a xelkê Kurdistanê, bi hemû tex û qatên xwe ve ye. Lewra peyama me yekrêzî û yekdengî ye ji ber ku em tev têde beşdar bin. Heke em dixwazin ku em hemû li deshilata dahatî a Kurdistanê de bi dengê xelkê xwe beşdar bin, tê vê wateyê ku bona amadekirina vê rewşê em hemû bona pêkhatina vê fezayê kar bikin, û hewlê jêre bidin.

Tu deshilat û tu partiyek nikare û civatên xelkê Kurdistanê îznê nadin ku bi tenê xwestek û daxwaziyên xwe bi ser xelkê de tehmîl bike, ku me bi wan bîr û bawer û lêkdaneweyên serdemiyane ew diruşm bo kongireya xwe hilbijartiye. Ew peyam tenê dirûşmek betal nine, belku ji çend mehan berî destpêkirina kongirê ve me hewil daye ku rewşek weha biafirînin, peymanek alîkariyê bi hevalên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê re pêk bînin, ku bo yekem car li nav partiyên Kurdistana Îranê de hevpeymaniyek weha tê cîbicî kirin, û herweha peyama dostane û daxwzên me ên demokratîk ji wan hevalên ku çend saln berî niha ji PDKÎ cuda bûne, û amadeyiya PDKÎ bona diyalogê, û çareseriya kêşeyên evro bi awayek serdemiyane, nîşaneya wan bîr û baweriyên me ne, û em bi erkê xwe dizanin ku gelek pêngavên din jî di vî warî de hilgirin, û herweha me çavnihêrî heye ku saziyên din ên siyasî, kesayetiyên şoreşvan û azadîxwaz pêşwaziya vê bangewazê bikin, bona vê em tev bikarin, komelekî demokratîk û deshilatek serdemiyane li pêşeroja Kurdistanê de bînne cî, bi tecrobe wergirtina ji tewaya wan şaşiyên ku li dîroka tevgera me de hebûne.


Peyamek din a Kongireya me ew bû ku em bi xelkê xwe û hevpeyman û hevalên xwe ragehînin, ku PDKÎ serbarê vê ku li jêr sîbera kar û tekoşîna kadr û pêşmerge û endam û alîgirên xwe de, li heyamê çar salên borî de serkevtin bi dest aniye, û pêngav ber bi pêşve avêtine, lê ew yek qet me razî nake, lewra me li vê beşê ji raporê ku li ser PDKÎ bas dike, me gellek eşkere tekoşîna partiya xwe xistiye ber rexneyan, rexneyek bêrehmane, ji ber ku me jêve ye em dibe pitir kar bikin, divêt serdemiyanetir bin. Divêt proje û bernamên pêşkewtinxwazane ên zêdetir me hebin, bona gihîştina neteweya me bi armancên xwe ku çavnihêrî li me hene. Ya herî balkêş ewe bû ku ew peyam ku ji aliyê komîteya nawendî ve hate pesendkirin, û pêşkêşî kongireyê hate kirin, ji aliyê komîteya nawendî ve ku berpirsyarên beşên curbicur ên partiya me têde bûn hate qebûlkirin.


Li gorî derbasbûyiya ku ez li xizmeta xelkê Kurdistanê de bûm, dikarim bêjim ku ew karê partiya me li derheq kar û bernamên xwe, ne tenê li dîroka PDKÎ de, belkû li nav rêkxirawên Kurd ên Îranê, û heta dikarim bêjim ku li rojhilata navîn de jî bê hempa ye. Li vê raporê de me pesna xwe nekiriye, me serkevtinên xwe bi rûyê xeklkê de nekêşane, belkû me bas ji kêm û kasiyan kiriye, û bi raya min ew şêwe rexnegirtina me ji xwe derwazeyek nû bi rûyê xelkê Kurdistanê de vedike.

Beşdarên hêja!


Em tev rêkxirawên Kurdistanî, û bi taybetî PDKÎ, wek civaka xwe, dema vê hindê hatiye ku li ciyê pesn kirina ji xwe, û rêznegirtina ji bîrûboçûnên cuda ku li civaka me de gellek zor e, li ciyê wan hemiyan de xwe rexne bikin, dema ku em rexneyan ji xwe digrin, ew yek tê vê wateyê ku hemû rastî li cem xelkê Kurdistanê ninin, li cem xelkê din jî ninin, wate em rêz digrin ji bîrûboçûnên cuda, hem li nav PDKÎ û hem jî li dervey PDKÎ.

Li heyamê heftiyek karê berdewam ê kongire, ew der cihek hêvîdarker bû bona binyatî kirina demokrasiyê li PDKÎ, zêdetir ji ya ku heye. Bîrûboçûnên cuda, selîqeyên cuda li ser komîteya nawendî, herweha li ser gelaleya bername û peyrewa navxwe a PDKÎ, bi awayek azad ketne ber lêkdanewe û cerahîkirinê. Min bîr ji vê dikir ku renge hinek ji vê xelkê ku çavnihêriya encama kongirê ne, dirêjbûna vê kongirê bi nîgeranî ve lê binêrin, lê ez li vir de bas dikim ku sedem ew bû ku behsek demokratîk bû ku hijmarek zêde ji beşdarên kongirê têde beşdar bûn, lewra raporek ku bo navê kongirê û bername û peyrewa navxwe a PDKÎ ku vê bê bilavkirin û dê bigîje destê xelkê û hevalên me, encama lêkdanewe û azadane û serdemiyane, a piraniya endamên beşdar li vê kongireyê de û lê vê rewş û hewayê de ye ku li kongirê de pêk hat.


Ew bîr û bawer û boçûna ku PDKÎ bûye alahilgirê wê, berhemek gellek dilxweşker a din ji min re pêk anî, ew jî ew bû ku piştî bas û gengeşeyan li hilbijartinek azad û demokratîk de, PDKÎ li vê kongirê de rêberiyek hilbijart ku hem kesên genc û ciwan hatne nav de, ku eva yek ji bernamên me ne ku kongire bi kongire, em rewşekê saz bikin li nav lawên xwe de, û qadê ji bo wan vekirî bihêlin ta ku bixwe tecrubeyan wergirin û bikevne gel kesên ku kar li gel wan bikin, bona vê ku bêne refa rêberiyê de, bibne gencên ezmûndîtî. Eva yek ji berhemên hilbijartinê bû, lê ya dilxwekertir ew bû ku PDKÎ nîşan da, ku ji bakûr heya başûra kurdistana Îranê bi xwe ve digre, jiberku pêkhateya rêberiya nû ji selmasê ve têde heye ta ku Kirmaşanê.


Hevalên birêz!

Hemwelatiyên hêja!

Me li kongireya Dr. Şerefkendî de tenê pêngavek hilgirtiye, lê ew rê tenê bi PDKÎ bi tenê nagîje dawiyê. Belkû rizgariya Kurdistanê û pêkanîna rewşek dilxwaz ku em hemû kar jêre dikin, û li vê riyê de bi dehan hezar qurbanî hatiye dan, hewcehî bi beşdariya tev xelkê Kurdistanê heye. Bê guman li vê riyê de erkê me girîngtir e. Em wek PDKÎ hest bi vê giringiyê dikin û kongireya Dr. Şerefkendî pêşerojek li pêşiya me vekiriye, û riyek nîşanî me daye, ku em li gor hêz û şiyana xwe, û rewşa siyasiya herêmê ber bi pêşve herin.


Lê li vê riyê de me hewcehî bi beşdariya hemû rêkxirawên siyasî ên opozisyona azadîxwaz ê Kurd ên Îranê û tev xelkê Îranê heye. Ji ber ku em li ser vê bawerê ne ku em nikarin azad bin, û nikarin ji detsê zordareiyê rizgar bin, jiber ku em bi hevre kar dikin. Xwediyên bîrûbaweriyên ayînî, demokrat, sosyalîst û her boçûnek din ku li Kurdistanê de heye, demekê dikarin boçûnên xwe ber bi pêşve bibin ku rewşek demokratîk pêk bînin ku em xelkê Kurdistanê xwediyê îdare û deshilata xwe a herêmî bin, û li Îranê de bikarin li çarçoveya yasayek demokratîk de wek hemwelatiyên din me li çarenivîsa neteweya xwe û welatê xwe de rol hebe. Lewra ew pêwîstiya bo alîkariyê bi singek vekirî û tehemolkirina bîrûboçûnên cuda li vî warî de, ji hemû demekê zêdetir xwe derxist. Dem jî gellek nemaye. Ew rêpêvînên ku li çend rojên borî li çend bajarên Îranê de û zêdetir bazariyan derheq rewşa xirap a aboriya Îranê birêve birin, peyamekê dide me, ku ew jî peyama hişyarkirinê ye û dibêje me ku dema tebayî û yekrêziyê hatiye û bûyer gellek ji vê bileztir diçne pêş ku li ser me rawestin ku bizanin em çi demekê amade ne.


Lewra divêt em bi micidî ve mijûlî xwe amadekirinê bin û ew xwe amadekirin jî hewcehî bi çandek nû heye. Heke em çi wek tak yan wek partiyên siyasî li hizra tolhildanê de bin, û xalên cuda li ber çavên me bin, yan em li hizra vê hindê de binm ku bi tenê li Kurdistanê de hemû kare bin, her ev yek dê bibe qedera me ku pêştir qedera me bû. Em bona vê ku bikarin ji wan guherînkariyên ku ji me tên çavnihêrîkirin ku gellek jî nakêşe, hewce ye ku em bihêz bin û hêz jî li yekgirtinê de ye. Peyama kongirê aliyê din jî heye ku ew jî ew bû ku me tenê bas ji kurdistanê nekirye, belkû Îran bi giştî ji me re girîng e, jiber ku her guherînek were pêş, berî hemiyan divêt li tewaya Îranê de were pêş. Lewra em derheq guherînkariyên Îranê jî bêxem nebûn.


Li vê kongirê de me ew peyama da hemwelatiyên azadîxwaz ên demokrat ku PDKÎ li pêxema yekrêzî û amadekirina projeyan bo Îranek demokratîk ku mafê tewaya neteweyan û girûpên ayînê bi hemû cudahiyan ve têde hebe, amade ye kar jêre bike herwek ku li rabihurî de me kar jêre kiriye, û ji niha ve amade ne ku mayeyek zêdetir ji demên borî jî jêre danên, û li vê derheqê de destê alîkariyê bo tev azadîxwazên Îranê bi taybetî rêkxirawên azadîxwaz û pêşkevtinxwaz dirêj bikin.


Heke me bawerî bê vê heye ku li Kurdistana Îranê de tu partiyek nikare deshilata Kurdistanê bidestve bigre û qebze bike, herweha me bawerî bi vê heye ku ew serdem jî derbas bûye ku girûpek yan kesek li jêr her diruşmekê de carek din bibe hokarê zext û zordariyan bi ser neteweyên Îranê de, em bona avedankirina Îranek weha û bo Kurdistanek azad, divêt kar bikin û li vê derheqê de gellek mandînenasane kar dikin.


Dîhare ez naxwazim vê basê gellek dirêj bikim jiber ku li rapora kongirê de me bas kiriye, em bo vê pêşerojê çi li Kurdistan û çi li Îranê de me rê û cih diyarî kirine, û pêşniyar û bername me dane, û berî hemiyan bo PDKÎ. Hêvîdarim ku em bi beşdariya hemû aliyane bikarin vê riyê bipîvin û bikarin bi wan armancên ku malbatên şehîdan çavnihêrî hene û riha şehîdên me ji me daxwaz dikin, bigîjin û bi serbilindane şahidê bextewerî û asayiş û azadiyê li nan neteweya xwe de bin.

Carek din sipas bo beşdariya we, û hêvîdarim ku hevalên me li refa PDKÎ, û heval û hevalbendên me û rêkxirawên siyasî ên Kurdistana Îranê, û herweha azadîxwazên Îranê bi giştî rûpelek nû ji bername û bîrkirnê, û alîkariya demokratîk bi hevre hildin û tenê ew yek riya serkevtinê ye, û li dawiyê de bixêrhatina heyeta birêz komeleya zehmetkêşên Kurdistana Îranê dikim, ku li vê rêûresma me de beşdar in, û herweha carek din bixêrhatina tev rêkxirawên siyasî û mêhvanên birêz dikim, min jêve ye ku beşdariya we nîşaneya dostatita zêdetir, giraniyek zêdetir û hevpeymaniya zêdetir, bo lihevnêzîkbûn bi niyeta gihîştina bi wan armancan in ku min li vir de bas kir. Ez we hemiyan bi xwedayê mezin dispêrim û sipasiya we dikim, li jiyana we ya şexsî de hêviya selametiyê û li rêbaza azadiya Kurdistanê û hizbî de daxwaza serkevtinê ji we re dikim.