Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derbeya Pasdaran

19:38 - 7 Adar 2019

Kerîm Perwîzî

Peyva derbeyê destewajeyeke Firansî ye ku tê wateya bidestvegirtina deshilatê ji riya bikaranîna hêzê ve. Ev peyv di edebiyata siyasî de zêdetir bo wan deshilatan tê bikaranîn ku hêza nizamî ya welatekê ji riya belavkirina hêzê û çavtirsandîkirina siyasiyan û kontrolkirina radyo û televzyonê ve deshilatê digirne dest û deshilateke leşkerî radigehînin. 

Mînaka van cure deshilat bidestvegirtinan hem di cîhanê û bi taybetî cîhana rojhelatî de zor e, û hem di Rojhelata Navîn gellek caran dubare bûye û di Îranê de jî derbazbûyiyeke pirr ji deshilata leşkerî heye. Ji derbeya Rezaxan ve bigre heya derbeya Gelawêja 1332-an û derbeya Xomeynî ji riya fetwaya cîhadê li dijî Kurd û piştre derxistina Benîsedr û şerê sertaserî digel Mucahidînê Xelq, welatê Îranê tejî bûye ji xwînrêjî û derbeyê. Ya ku cihê basê ye baskirin e ji gotegota derbeya Spaha Pasdaran di vê qonaxê de. Herçend gellek caran di heyama zêdetir ji 20 salên borî de bas ji derbeya Spaha Pasdaran hatiye kirin û yekem car di dehka 70-î de, wê demê ku beşek ji rejîmê li jêr navê reformxwaziyê de xelk dixapand, gellek bas ji derbeya Spaha Pasdaran dihate kirin û heya nameya fermandeyên Spahê jî bo Xatemî hate belavkirin.  

Di wê dewreyê de jî û di dema gotûbêja digel welatên Rojavayî û ketina nav dorpêça zêdetir ya rejîmê de basa derbeya Spaha Pasdran cardin tê kirin! Ya ku di warê derbeya wehmî û xeyalî ya Spaha Pasdaran de dibe jê hûr bin, eva ye ku,

Yekem: Her demekê rejîm hewla çewtekariyan dide, bo xwînşirînkirina aliyekî di nava raya xelkê de, gotine ku Spaha Pasdaran li dijî wê  ye, yan bas ji dijberiya Spaha Pasdaran bo Xatemî yan Rohanî hatiye kirin! 

Yan hatiye gotin ku ew Spah ji karên Xatemî û Rûhanî nerehet in û egera derbeyê heye. Bîst sal in  jî, her dibêjin egera derbeyê heye, lê Spaha Pasdaran li dijî Xatemî û Rûhanî hêz nelivlivand û tank neanîne ser kolanan, lê hemû hêzeke xwe û Rûsiye û Çîn jî li dijî lawên nerazî xistin ger, û ne Kurdistan, û Ehwaz û Belûçistan, belku şeqamên Tehranê jî, bi tank û zirêpoşan dagîr kirin ji tirsê xelkê! 

Kolan û şeqam nîşan didin ku Spaha Pasdaran ji çi nerehet e, ne çewtekariyên reformxwazên rejîmê! Duyem, Spaha Pasdaran bi bê livlivandina hêzê, hemû navendên deshilatê di Îranê de bi dest ve girtine, û hewsarê wê jî di destên Weliyê Feqîh de ye! Weliyê Feqîh ku xwediyê hemû deshilatekê, û Spaha Pasdaran a amade di hemû kuncikekê de, heta di qaçaxa ser sînor û bazara neftê û avahiyan û îmamzadeyan! Derbeyê li dijî kê bikin.

Eva di demekê de ye ku hertim kesek ji wan hewce ye ku di navxwe de bêjin, ku eva rewşa xirab ya aborî ye, û tawana wê jî vedigere ser serkomarê dîkor û li derve jî bi girnjîn û pêkenîn ve raya cîhanê bilêbîne! Deshilatek reha ji detsê Weliyê Feqîh û hemû serwet û saman û dahata welat jî di bin kontrola Spahê de be, û rûçikeke dîkor jî bo şikandina hemû kêmasiyan bi ser de, û rûçikek derveyî jî maskeke lêvken be, û pakaneyê ji bo cinayetên rejîmê bîne, di vê sîstemê de gelo kî li dijî xwe kudetayê dike!? Wehm û tirsa derbeya Spaha Pasdaran tenê gotegoteke bona çewtekariyan û tirsandina xelkê û rewatiyeke derevîn e bo dîkora serkomariyê û wezîran.