Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derheq “Şeva Yelda” çalakî berdewam dikin

11:53 - 23 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya “Şeva Yelda” rêûresmeke taybet bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xelkê têkoşer ê Kurdistanê bi boneya “Şeva Yelda”yê, şeva jidayîkbûna Dr. Qasimlo rêûresmeke taybet bi rê ve birin, û rêz ji vê şevê girtin.

Di vê derheqê de qehremanên Demokrat li gundê Gageş a ser bi Pîranşarê, bi boneya Şeva Yelda çalakiyên teblîxî bi rê ve birin, û bi belavkirina tirakt û posterên  taybet bi Şeva Yeldayê, rêz ji vê şevê girtin.

Hevdem li bajarê sine, xelkê cesûr ê Sine, merasimeke bicoş bi rê ve birin.

Herweha Navenda Vejîn li bajarê Merîwanê jî merasimeke bicoş lidar xist.

Di vê merasimê de 7.emîn xelata Berûya Zêrîn ji aliyê navenda Vejîn ve pêşkêşî mamosta  Mam Xidir Qadirî hate kirin.

Şehîd Dr. Qasimlo di şeva Yelda de ji dayîk bûye, û xelkê Kurdistanê jî bi vê boneyê ve merasimên taybet bi rê ve dibin.