Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanekî emegdar ê Pêşewa Qazî Mihemed bo hertim dilê wî ji lêdanê ket

13:08 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Yek ji dersxwanên emegdar ên Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê xatirê xwe ji jiyanê xwast

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê Hacî Mamosta Mela “Reşîd Qerenînijad” mamostayê pêşîn ê bajarê Mehabadê koça adwiyê kir.

Hacî Mamosta li gundê “Qeregul” ji dayîk bûye, û piştre wekî kesayetiyekî welatparêz û dersxwanê Pêşewa roleke berçav li avakirina Komara Kurdistanê de hebûye.

Navbirî kesayetiyekî welatparêz û şoreşger  di navçeyê de bûye, û heya dawî demên jiyana xwe jî emegdar bi rê û şopa Pêşewayê Mamosta maye.

Termê Hacî Mamosta di nava girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên vî kesayetiyê şoreşger, û xwe hevparê xema wan dizane.