Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên mekteba Pêşewa dirêjîderên rêbaza Demokrat in

18:41 - 10 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Desteyek ji xortên şoreşger piştî derbazkirina dewreya 230 a destpêkî ya pêşmerge, li ser çiyayên Kurdistanê kincê pîroz ê pêşermergatiyê li xwe kirin.

Nûçegihaniya malpera “1Kurdistanmedia”yê ji çiyayên Kurdistanê ragehand ku roja Şemiyê rêkewt 19`ê Cozerdanê, cejna bidawîhatina dewreya destpêkî ya pêşmerge li ser çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû.

Ew merasima taybet ji ber vê ku destyek ji lawên şoreşger ên Kurdistanê tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bûn, û çeka bergirî ji şerefê avêtin mile xwe, bi rê ve çû.   

Destpêka merasimê bi sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre “Dr. Awat Saroc” endamê Navenda Siyasî ya PDKÎ çend gotinek bi vê boneyê ve pêşkêş kir.

Piştre sirûdeke şoreşgerane li jêr navê “Ey Pêşmergeyê helmetber” ji aliyê beşdarên dewreyê ve hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din ya vê merasimê de, rapora perwerdehiyê ya dewrê ji aliyê Muxtar Qadirpûr yek ji mamostayên fêrgehê ve hate xwendin, û kar û çalakiyên perwerdehiya dewrê ji bo beşdaran hate xwendin.

Di beşeke din ya vê merasimê de, peyama dewreyê ji aliyê beşdarê dewrê Rehman Selîmî ve hate xwendin.

Piştre sirûdek li jêr navê “Min Demokratim” ji aliyê Ce`ifer Mihemedî  ve hate pêşkêşkirin.

Helbestek jê li jêr navê “Min tewarî serbestîm” ji aliyê beşdarê dewrê Baran Sofî Ehmedî ve hate pêşkêşkirin.

Herweha Evîn Hekîmpûr yek ji pêşmergeyên Hêza Tayabet pexşanek pêşkêş kir. Piştî pêşkêşkirina van vehunandinan, sirûdek li jêr navê “Di çepera pêşmerge de” ji aliyê beşdarbûyiyê dewrê Seywan Îsma`îlzade ve hate pêşkêşkirin.

Ew merasim bi nîşandana hin herektên taybetî ên leşkerî bi dawî hat.