Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên xwendingeha navendî a gundê “Nê” nerizayetiya xwe nîşan dan

18:38 - 7 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dersxwanên xwendingeha navendî a “Nê”, bi nûsîna diruşman di nav polên xwe de narizayetiya xwenşan dan.

Roja Duşemiyê 14-ê Xezelwera 1397-an , dersxwanên xwendingeha navendî a gundê Nê ya ser bi bajarê Merîwanê li ber rewşa xirab a polên xwendinê narizayetî nîşan dan.

Wan dersxwanan bi nûsîna diruşima “em sirê birin” li ser rûpelan, narizayetiya xwe di hember sarbûna polên xwendinê nîşan dan.

Bi gotina yek ji mamostayê wan dersxwanan, sala derbazbûyî jî rewşa wê xwendingehê herwisa ne baş bû.

Wî mamostayî li derheq wê xwendingehê de gotiye: Sala derbazbûyî ew xwendingeha bo min ji hepsê xiraptir bû, çi hewcehiyek tunebû, lê keniya zarokan ew hepsa bo min xweş kiribû.

Herwisa go jî: Wan dersxawanan îsal taqet neanîn û narezyetiya xwe nîşan dan, bê şik narizayetî di derûna wan de hebûye.

Piraniya xwendingehên gundên Kurdistanê rewşa wan ne baş e, û bi hatina demsala sirê, tûşî gelek kêşeyan dibin û berpirsên rejîma Îranê jî çi giringiyekê nadin rewşa dersxwanan.