Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên rejîmê basê herifîn û şikesta xwe dikin

10:51 - 26 Îlon 2019

Kurdistanmeda: Deshilatdarên rejîma Îranê ji hemi kesê baştir dizanin kû roj bi rojê pitir li gel terîk û tenê man û şikestê henber dibin.

Bi dû evê ku Hesen ruhaî serkomarê rejîmê, li dema beşdarî li civîna giştiye rêkxistina Netewên yekbûyî de, ne tenê çi destkevtek bo rejîma xwe çinebû, belkî ewa kû henî jî ji dest dan û li henber rejîma şiltaxe Îranê de hemi Cîhan êk deng bûye, Ruhanî û Zerîf xwe tenê dîtin û hemi aliyekê ve kevtne ber êrişê.

Hesen Ruhanî û taqma xwe li Niyoyorkê de wisa hatine tevizandin, ku li nava Îranê de hawara êşa vê ji deshilatdarê rejîmê bilind bû.

Birahîm Re`îsî serokê dezgeha binav dada rejîmê got: keramet û hurmeta me vê carê şika, Welatên Ewrupayî bi dana daxuyaniyê bi dijî Îranê, hurmeta Serkomar û xelkê Îranê şikandin.

Navbirî got: li demekê de ku destê Serkomarê me di nava destê serokê Firansa yê de bû, wan bi dijî me daxûyanî dan.