Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên rejîmê hevara xwe birine ber vir û direvan

12:02 - 2 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Deshilatdarên rejîma Îranê ku roj bi rojê êşa givaşên ser xwe seh dikin, bona xelik xapandinê û mesrefa navxweyî, kevtine direvan.

Ewa sere çend rojane deshilatdarên rejîma Îranê li astê herî serwe de base hindê dikin ku goya peyamek ji Erebistanê wergirtine û daxwaza danûstandinan ji Îranê kirine.

medyayên Îranê jî wisa bas dikin ku ewa erebistan teslîm bûye û neçare ku bêt deryên Îranê bikute.

Elî Larîcanî serokê Meclisa rejîmê gotiye Bin Selman pêşniyar daye ku gotobêjê bikin û li ser maseya danûstandinê kêşên xwe çareser bikin, lewma Larîcanî ragihand ku em pêşwaziyê ji pêşniyara Bin Selman dikin.

Li demekêde ku berpirsên rejîmê basê pêyama teslîm bûna Erebistanê dikin, Adil el`Cubeyr wezîrê derweyeye Erebistanê ragihand ku me çi peyamek nedaye Îranê û deshilatdarên Îranê direwan dikin .

Wezîrê derweye Erebistanê got ewa Îrane ku dikare destêwerdanên xwe li dewerê de ragire , hinge ye ku em dikarin gel wan li ser aştî û ewlehiya deverê biaxivin.