Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destengî li Îranê, hêla sor derbas kir

18:50 - 15 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Destengî li welatê Îranê, ji hêla sor derbas bû û gorekî berhevrdanan li sala 1398`an, li sînorê zêdey %71 ji derbas dibe.

Li welatek wek welatê Îranê ku gorekî amarên hatinî weşandin li salên pêştir yên rêjîmê, hejmara rûniştiyên vî welatî. Pitir ji 80 milyon kesî û yek ji wan welatane ku li ware dewlemendiya serekaniyên sirûştî, berhevkirina mîwe û berhevhatiyên çandî û hwd ..., tên hisêbkirin, hevdem bi hegera siyaseta afirandina aloziyan ya deshilata rêjîmê ku siya xwe xistiye ser vî welatî, li nav welatên cîhanê li barê diyardeyên metirsîdar ên wekî: Hejarî, betalî, telaq, xwekujî, tûşbûn bi madeyên sirker, bikaranîna zarokan bo karkirin û hwd û …, li bilintirîn astan de ye.

Li vê barê de, navenda lêkolîna meclisa rêjîma Îranê li raporekê de ku di encama lêkolînekê de hatiye weşandin ragihandiye, heya kutayiya sala 1397`an,  li sedem, rewşa xirab ya aborî û zêdebûna enfilasiyona pitir %47 ji pitir ji 40 milyon kes ku %50 ji nfosa Îranê lixwe digire, bi giştî li bin hêla sor ya hejariyê de ne û şiyana kirîna tiştan û hewcehiyên jiyanê tininin.

Li doma vê raporê hatiye; Li gorekî lêkolîn û berhevkirinan, li sala 1398`an, li sedemên lezgîniya enfilasiyon û kirîzên navxweyî yê Îranê, pitir li 57 milyon kes ku zêdey %71 ji xelkê Îranê ye, li bin hêla hejariyê dene û ber hindê, erkek girînge ser milê hikûmetê ku hewcehiyên jiyana welatiyan dabîn bike û alîkariyê bide wî xelkê hejar.

Her di vê barê de, navenda lêkolîna meclisa rêjîmê, ji dewleta deshilatdar re pêşniyar kiriye ku li projeyekê de, bo alîkarî dan ji xelkên desteng yên vî welatî, kartek elektironîkî taybet bo dirust bikin û bi qasî 8 miliyon Dolarî bo vê projê dabinên.

Projeya pêşniyarkirî bo dirustkirina kartên elektronîkî(pêşkevtî) ji aliyê meclisa rêjîmê ve, tenê tiştên ku nehewcene û destpêkî ne jixwe digire ku, barkoda aboriya dewletê li sere, û kesên wisa kartên han werdigirin ku, tenê di firotingehên mezin yên hikûmetî de dikarin bikar bînin ku kartxwenek ku hejmardara navend û bankên girêdaiy rêjîmê ne.

Her çi qas ku di salên borî de, bi sedemên siyasetên qirêj ên rêjîma Îranê û baykotên aborî yên li dijî Îranê, ji aliyê Amerîkayê ve, kirîzên navxweyî serîrakirinbûn, lê, li sala 1398`an, bi sedemên zêdebûna aloziyan û tuntirbûna dijayetiyên dinavbera welatên wekî, Îran û Amerîkayê, asta kirîzên navxweiy yên vî welatî zêdetir bûne û ast û hejmara hejaran li nav xelkê Îranê, roj bi roj ber bi zêdebûn diherike.