Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteyek ji terorîstên rejîma Îranê hatine cezadan

13:19 - 9 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Erebistana Si`ûdî cezaya îdamê ji çar terorîstên girêdayî rejîma Îranê re birî.

Nûçegihaniyên Erebistanê belav kirine ku, Dadgeha Taybet a Cezayî ya Erebistanê, çar terorîstên girêdayî rejîma Îranê bi cezaya lidarvekirinê mehkûm kirin.

Ev çar kesên terorîst yên girêdayî rejîma Îranê, bi tometa sîxorîkirin ji bo rejîma Îranê, û dîtina devrên perwerdehiyê di binkeyên Spaha Pasdaranê de bi îdamê hatine mehkûmkirin.

Dadgeha Taybet a Cezayî a Erebistanê belav kiriye ku, ev kesane ji bo çavaniya bikaranîna çek û mewayên teqînan ji aliyê rejîma Îranê ve devrên perwerdehiyê dîtine.

Di doma rapora vê dadgeha taybeta cezayî de hatiye ku, ev çar kesane xwastine bi danîna bombeyan karên terorîstî di Erebistan de encam bidin.

Berpirsên welatên Erebî, berdewam bas ji binçavkirina girûpên girêdayî rejîma Îslamî a Îranê di nav welatên xwe de dikin.

Destêverdanên rejîma Îranê di nav karûbarên wealtên deverê de, berdewam nakokî û nigeraniya welatên deverê li pey xwe hebûye, û herwisa berdewam hişdarî ji vê rejîmê re hatiye dan, da ku destêverdanê di karûbarên wan welatan de neke, lê eva di demekê de ye ku, “Xamineyî” rêberê rejîma Îranê ragehandiye ku: “Em bi berdewamî piştevaniyê ji xelkê van welatane dikin, ku yek ji van welatê Behrêynê ye, ku vê yekê jî nerazîbûnên tund yên berpirsên vî welatî li pey xwe aniye”.