Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hin keç û xortên şoreşger çekê berevanîkirin ji nîştimana xwe li milên xwe kirin

17:14 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Li ser çiyayên Kurdistanê, rêûresma bi dawîbûna dewra destpêkî ya pêşmerge hate lidarxistin, û hejmarek li dersxwenên Demokrat tevlî refên pêşmergeyên Kurdistanê bûn.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê,  li ser çiyayên Kurdistanê ragihand: Roja Duşemî rêkefta 20`ê Cozerdana 1398`an (10`ê Hezîrana 2019`an),  di rêûresmekê de dewra 236`an ya destpêkî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, bi amadebûna hejmarek li endamên rêberatiya hizbê, fermanderên leşkerî, kadrên siyasî û leşkerî, pêşmerge û mêhvanan hate lidarxistin.

Di destpêka rêûresmê de, bi sana leşkerî pêşwazî li endamê navenda siyasî ê PDKÎ, “Rehîm Mengorî hate kirin.

Rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê, destpê kir.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, ji amadebûyên vê dewra destpêkî ya “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” karta pêşmergayetiyê hate dan.

Hevdem di beşeke din de, amadebûyên dewrê sond bi nîştiman xwarin ku, emegnasê rê û rêbaz û armancên şehîdên Kurdistanê dimînin.

Piştire Rehîm Mengorî, endamê navenda siyasî yê PDKÎ, bi hilkefta bi dawîbûna dewra destpêkî ya 236`an ya “Pêşmergê Kurdistanê” axavit.

Herwisa piştî axavtinên Mengorî, sirûda “Qasimlû”, ji aliyê amadebûyên dewrê hate pêşkêşkirin.

Ji aliyekî din ve jî, di naveroka rêûresmê de, rapora perwerdehiya Fêrgê, ji aliyê Hêmin, Resûlabadî mamostayê Fêrgê ve hate xwendin.

Piştire peyama amadebûyên dewrê, ji aliyê Şoreş Abdanan ku yek ji beşdarên dewrê bû hate pêşkêşkirin.

 Herwisa staranek ji aliyê Omîd Qadirî yek din ji kesên beşdar di dewrê de hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, kesên yekem heya sêyem yên beşdarê dewrê, di warê cerbandinên siyasî leşkerî û dîsîplîn de, ji aliyê Behmend Dêhiqan fermanderê Hêza 115`an, hatine xelat kirin.

Herwisa di dawiya rêûresmê de, stranek ji aliyê Mîlad Qadirî û heyranek ji aliyê Awat Bayezîdî hate pêşkêşkirin.