Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteyeke din ji ciwanên Kurd ên lêhatî tevlî rêzên şoreşê bûn

15:19 - 19 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Devreya 227`an a destpîkî a pêşmerge dawî pê hat, û cejna tevlîbûna desteyek ji ciwanên Kurd yên Rojhilat, ku tevlî rêzên şoreşê di çiyayên Kurdistanê de bûn, bi rê ve çû.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemî rêkevta 25`ê Xezelwera 1396`an, desteyek ji keç û xortên lêhatî ên Kurd piştî derbazkirina devra destpêkî a pêşmerge, bi awayê fermî bûne pêşmerge û çeka berevanîkirin ji kerameta neteweya Kurd avêtin milê xwe.

Rêûresm bi xwandina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengiyê ji bo rêzgirtina ji canê paqij yê şehîdan dest pê kir.

Ev rêûresma ku bi adamdebûna çend ji endamên rêberatiya hizbê û beşek ji pêşmergên Hêza Taybet û malbatên şehîdên Rasanê di çiyayên Kurdistanê de hate lidarxisitin, tê de rêzdar “Kerîm Perwîzî” endamê Deftera Siyasî a PDKÎ ji beşdaran re axavî.

Navbirî di destpêka axavtina xwe de, tevî pîrozbahîkirin ji ciwanên nû ên ku tevlî rêzên pêşmergên Kurdistanê bûne, bas ji erk û bandora hêza pêşmergên Kurdistanê, di dirêjahiya dîroka gel û wezîfeya girîng û hesas a dîrokî ya wan kir û got: Sedema hilgiritna çekê ji aliyê pêşmerge ve, şerfirotin û alozîdirustkirin nine, belku hewldan e ji bo dûrxistina gel û nîştiman ji alozî û şerê ku hatiye sepandine.

Ciwanên ku di devrê de pişkdar bûn jî gotin ku: Dem dema piraktîkê ye, dema bicihanîn wan dersan e, ku di perwerdehiya hizbê de fêr bûne, û dibe di wan di piraktîkê de encam bidin.
Herwiha di beşek din a axavtinên xwe de got ku hûn weke pêşmergeyên xwedî bîr û îrade, ku di vê xwandingehê de perwede bûne, dibe ku bibne pêşmergên bi îrade û berxwedêr, da ku xizmeta gel û nîştiman bikin, û dema ku dikevin nava hundirê civakê, hemû aliyên civakê digel şoreş û berxwedanê bidne naskirin.

Piştî axavtina “Kerîm Perwîzî”, çend sirûdên şoreşgerî, helbest û herwiha peymanên devra destpêkî a pêşmerge pêşkêşî beşdaran hate kirin.
Di dawiya vê merasimê de jî, ji aliyê hevjîna şehîd “Kemal Xizrî” û şehîd “Luqman Şêxanî” ku di hemaseya jibîrnekirî a “Qereseqel”ê de canê xwe fîdayî azadî û nîştiman kirin, xelat bi ser pêşmergên serkevtî yên devra 227`an de hatine parvekirin.