Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kurdistanê, kiyanek ji bo jiyaneke serbest

23:02 - 23 Îlon 2017

Kerîm Perwîzî

Referandoma Herêma Kurdistanê ku biryar e roja 25`ê Îlonê bi rê ve bibin, pêngaveke dîrokî ya Kurdistana Başûr e, bona nêzîkbûna bi hêviyeke mêjîn ya Kurd, û cardin avakirina kiyaneke neteweyî, ku piştî Komara Kurdistanê û ezmûna Herêma Kurdistanê, hem dirêjîderê vê riyê ye, û hem jî vegeşandina rewta mafxwaziya civakê ye, ku serbarê hemû astengiyên dîrokî, û stratejîk û navçeyî, qonqxeke girîng û bingehîn dibire, û êdî ji niha şûnda pirtûkên dîrokî rûpelên niha bi dawî tînin, û rûpeleke din ya nû dest pê dike.

Referandom û rapirsî ji xelkê herêmekê bona vê ku li ber çavê hemû cîhanê, bizanin ku ew xelk çi dixwaze, û ji vî xelk û civakê pirs tê kirin bona diyarîkirina mafê qederê, ew yek diyardeyeke demokratîk û serdemiyane ye, û rêzgirtin e ji vîna civakê û hevdem şêwazeke modern û serdemiyane û aştîxwazane ye, bona dengbilindkirina neteweyekê.

Di dîrokê de, û niha, û di pêşerojê de jî, bona vê ku netewe û gelên cîhanê boçûnên xwe bînin ziman, rê ji wan hatiye girtin, û tê girtin, û gellek caran neçar kirine û dikin jî, ku hawara xwe bibin ber şêwazên tundûtîj, bi eşkerekirina dengê xwe, û selimandina îradeya xwe. Lê referandoma şêwaza herî aştîxwazane ye ku tenê dagîrker û tawankar dijberiya wê dikin, û Komara sêdarê ya Îslamî ya Îranê ye, ku bi rohnî û bi ew qasê şermê ve, li dijî rapirsiyê sekinî ye, û gefan li wan dixwe.

Cuda ji referandomê bixwe, encama vê referandomê hilgirê watayeke girîng e, û hêzên siyasî berev çinîna vê encamê hewl didin, ku ew yek cihê girîngî pê danê ye, ew jî serxwebûna neteweyekê û jidayîkbûna kiyaneke nû, û avakirina vê dewletê ku di nava neteweyên cîhanê de, serek bi seran zêde dibe.

Serexwebûna Kurdistana Başûr û avakirina dewleta Kurdistanê di vê para nîştiman de, bilindkirina îradeyeke mafxwazane û hogiriya bo serbestî û rizgariyê ye, ku xelkek bi navê neteweya kurd û civaka Kurdistanê piştî sedan salî bindestiyê û serkutkirinê, û zewtkirina hemû mafan û cewherîbûnê û têkdana nasnameya takekesan, cardin têne nava dîrokê de, û rê nadin êdî stratejî û siyaset û dîrok û jiyan, bi bêy wan bê nivîsandin, êdî Kurdisatan jî, aliyê kêm di beşekê de, wekî biker û xwedî xewneke piratîk di nava hevsengî û nahevsengiyê de bi rola xwe radibe, û ji dûr ve mêze nake, ku bizane çi jê re dinivîsin.

Renge astengî û kêmasiyên siyasî ên Kurdistana Başûr û ezmûna 25 salên borî a hikûmetdariyê di vê beşê de, wisa li hinek kesan bike, ku bîr ji kêşeyên piştî serbixweyiyê bikin, û nîgeran bin, lê baştirkirin û hewldan bo vegeşiyan û dijberiya gendeliyê û guherînkariya siyasî û aborî û civakî, piroseyeke dûr û dirêj dibe, û reform û guherînkarî di hemû neteweyan de wê demê pêngaveke qurs û qahîm jê re hatiye hilgirtin, û vegeriyana bo paşve tê de nebûye, ku di nava kiyaneke serbixwe de were cîbicîkirin. Bi vê wateyê ku renge dewleta serbixwe, ji xwe nebe sedema dadperwerî û çaksaziyê, lê bi bê dewlet û kiyaneke rizgarkirî hemû pêngavek di biyavê reform û azadîxwaziyê egera vegeriyana bo paşve tê de heye.

Kiyana serbixwe xala komkerê hemû berjewendiyan dibe, û hemû hêvî dikarin tê de bêne komkirin, û di rastî de avakirina avahiyeke bilind û qahîm dibe, ku deng û rengên cuda tê de deng vedin, lê deng û rengeke harmonîkkirî ku bibe orkestrayeke xweş, û govendeke hevaheng ya rengan, ne eva ku têkelbûneke nehêja ya hemû deng û rengekê be, ku bedela tamwergirtinê, janê bibexşin. Dewleta serbixwe ya Kurdisatanê li Başûr ku xaka tazevegeriyayî bo himbêza nîştiman bi xwe digre, hem formbexşîn û avakirina bingeheke neteweyî ye, û hem jî pêngaveke girîng ya dîrokî ye, ku renge niha nehê kirin ku bi zelalî û bi kûrahiya rewşa heyî tam û rengên wê bêne dîtin, lê her hinde ku dijminên Kurd û bi taybetî Komara Îslamî gellek pê nerehet in, û hemû gefekê lê dixwin, û hejmarek bi nav rewşenbîrên Fars lê di rastî de reşbîr û faşîst, ku dirêjiya Komara Îslamî ne, jê tirsiyayî ne, ew yek îşare ye bi heqîqeta dewleta serbixwe ya Kurdistanê.

Bi gotineke din hekî tu nezanî ku pêngavên te çiqas girîng in, ji rûçikê dijmin ve bizane, ku çiqas jê nîgeran in!.