Kurdistanmedia: Dewreya 237 a despêkî ya Pêşmerge bi awayekî serkevtî dawî pê hat û parek din a keç û xortên nîştimanê kincên pîroz ên pêşmerge li ber kirin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li çiyayên Kurdistanê, dewereyekî din a destpêkî ya pêşmergê Kurdistanê bi serkevtî dawî pê hat, û desteyek din li ciwanên xebatkar ên Kurdistanê hatine nav refên hêza Pêşmergê Kurdistanê.
Rêûresm, bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîp” û xulekek bê dengî ji bo rêzgirtin jicanê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.
Piştre “Fuwad Xakî Beygî” berpirsê Mekteba Kargêrî a Partiya Demokrat, peyama pîrozbayî ya Desteya Gargêrî pêşkêşê amadebûyên dewrê kir.
Navbirî di peyama xwe de, basek li ser rewşa Kurdistan û Îranê kir û ragihand: Hêza Pêşmergê Kurdistanê ku li pêxema parastin û bidestanîna armanc û bingehên yekimîn kiyana Demokratika Kurd, wate komara Kurdistanê, hevdem baska bihêz a “Rasan” wate xebata nû ya Rojhilatê ye.
Navbirî di pareke din a axavtinê xwe de bas li girîngî, rol û bandordarbûna hêza pêşmegê Kurdistanê kir û îşare bi vê yekê kir ku, bûna hêzeke wiha dibe zamina ku zûtir bigihin bi armancê gelê me.
Li pareke din a vê rêûresmê de helbestek li jêr navê “Rasana Hizb û Gel” ji aliyê amadebûyekî dewre ve hate pêşkêşkirin.
Piştre “Xelîl mîlanî” mamosteyê Fîrgeh, rapora perwerdeya fêrgehê pêşkêş kir.
Di pareke din a vê rêûresmê de, straneke nîştimanî ji aliyê amadebûyekî dewreyê ve hate pêşkêşkirin.
Paşê “Emîr Peyamenî” peyama dewreya 237 a pêşmerge xwind.
Di pareke din a rêûresmê de, helbesta “Zarokên Demokrat” ji aliyê amadebûyekî dewreyê ve hate pêşkêşkirin.
Dawiya rêûresmê wiha bû: parvekirina xelat bi ser kesên ku serkevtin di dewreyê de bi dest anîne û encamdana çendîn hereketên leşkerî ji aliyê amadebûyên dewreyê ve.