Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreyeke din ya Pêşmerge dawî pê hat

16:52 - 21 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Desteyek din ji ciwanên şoreşger yên Kurdistanê, tevlî rêzên pêşmergeyên Kurdistanê bûn, û çeka berevanî ji kirameta neteweya xwe avêtin milên xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 27`ê Rezbera 1397`an (19`ê Çiriya Paşîn) desteyek din ji keç û xortên  cangorî yên Kurdistanê karîn  piştî derbazkirina serkevtiyane ya dewra destpêkî ya pêşmerge li ser sînorê çiyayên  Kurdistanê, kincên pîroz yên pêşmerge  li xwe bikin.

Ev rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” ji aliyê kesên pişikdar li dewrê û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre rêzdar Omîd Mendomî, berpirsê Fêrgeha “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, her bi vê boneyê ve axavtin kir.

Navbirî di destpêka axavtina xwe de, tevî bîranîna du şehîdên nû yên gelê me, mamosta “Muxtar Qadirpûr û mamosta Farûq Hesenxeyat” ku bixwe mamostayên fêrgeha hizbê bûn, û di encama mûşekbarana roja 17`ê Xermananê de hatin şehîdkirin got: Terorîstên Tehranê, wisa dizanîn ku, bi vê êrîşê dikarin çalakiyên Fêrigeha hizbê bidin sekinandin, lê dibînin ku fêrgeh her berdewam e û alaya perwerde û hînkirina pêşmergeyên Kurdistanê her hildayî ye, û bila xatircem bin jî ku heta Kurdistan û Demokrat bimînin, fêrgeh jî her dimîne, û fêrgehek ku şehîd serwan “Çeko” bingeha vê ava kiribe, bi êrîşên wiha lawaz nabe”.

Di beşeke din a axavtinên xwe de, navbirî bas ji “Rasan” û bandorên wê kir û got ku: “Rasana xakîpoşan bi fîdakarî û hewl û cangorîkirinê, bi hemû cîhanê selimadin ku, aliyê leşkerî yê rejîmê, berevajiya vê yekê ku bixwe îdi`a dike, bêhêz e, û derbê dixwe, û binkeyên leşkerî yên rejîmê di Kurdistanê de, gellek ji vê bêhêztir in ku bikarin pêşî ji îradeya rizgarîxwazane û şoreşgerane ya Kurd bigire.

Herwisa ev yeka jî da xuyakirin ku, Rasan warê hemû  xelkê Kurdistana Rojhilat e,  bi hemû curên xwe ve, û hemû ev kesên ku bawerî bi rizgariya yekcarî a Kurdistan û enirjiya xebatkirinê di hemû civaka Kurdistanê de hene, dikarin di piroseya “Rasan”ê de, beşdar bin”.

Di dawiyê de, tevî nûkirina peymana xwe digel şehîdên sorxelat yên Kurdistana Rojhilat ragehand ku, “Rasan” qonaxa cihgîrbûnê derbaz kiriye, û ketiye ser riya vegeşiyanê û xebata Bajar û Çiya, mil bi mile hevdu berdewam dike.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, peyama perwerdehiya Dewrê jî, ji aliyê yek ji mamostayên fêrgehê û peyama Dewra destpêkî jî, ji aliyê yek ji kesên beşdar yên li Dewrê de hate xwendin.

Beşeke din ya vê rêûresmê jî, bo parvekirina xelatan bi ser kesên serkevtî yên di vê dewra destpêkî ya pêşmerge, û herwisa bi encamdana çend nimayêşên taybet yên leşkerî yên pêşmerge hatibû danîn.

Hêjayê basê ye ku,  dawiya vê rêûresmê boxwendina çendîn helbest û sirûdên şoreşgerî , ji aliyê kesên beşdar di vê dewrê de hatibû danîn.