Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewreyeke hînkirina zimanê Kurdî li Rojhilata Kurdistanê bi rê ve çû

19:34 - 2 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Bi armanca hînkirin û xwendina bi zimanê dayîkê, dewreyeke hînkirina zimanê Kurdî di yek ji bajarên Rojhilata Kurdistanê de bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya ku gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, Navenda Hînkirina Zimanê Kurdî, a bi navê “Hawraz” ji bo hînkirina xwendin û nivîsîn bi zimanê dayîkê, li bajarê Pîranşarê dewreyeke perwerde û hînkirinê li dar xist, û bi serkevtiyane dawî pê hat.

Di vê dewra hînkirinê de, 14 fêrxwazên  zimanê Kurdî li temenê cuda de beşdar bibûn, û ev kesên fêrxwaz piştî hînbûna xwendin û nivîsîn bi zimanê Kurdî, karîn bawernameya dawîhatina vê dewrê werbigirin.

 Yek ji mamostayên vê navenda perwerdehiyê ragehandiye ku, biryar wisa ye ku di pêşerojê de dewreyeke din ya hînkirina bi zimanê Kurdî ji bo 18 kesên din wê bê lidarxistin.

Navenda Hînkirina Zimanê Kurdî a “Hewraz” dewrên xwe yên hînkirna zimanê Kurdî, li jêr silogana “ziman nasnameya me ye” bi rê ve dibe.

Madeya 15 ya yasaya bingehîn ya rejîma Îranê ev nêzîkî 40 salan e ku ev yek erê kiriye û bas ji vê dike ku neteweyên Îranê dikarin bi zimanê dayîkê yên xwe li kêleka zimanê Farsî de bixwînin û binivîsin, lê heyanî niha ev yek cîbicî nekiriye, serbarê vê ku xelkê Rojhilata Kurdistanê bi xwe hewl didin hînî zimanê Kurdî bibin.