Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerdeya leşkerî a Rêkxistina Eşkere qediya

17:58 - 4 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rêkxistana Eşkere a Dezgeha Rêkxistina Giştî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi alîkariya Dezgeha Fermandariyê a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, di rêwresmeke leşkerî a mezin de, dawî li perwerdeya leşkerî a endamên Rêkxistina Eşkere a PDKÎ anî.

Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê rêkefta 11`ê Gelawêjê, Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ bi alîkariya Fêrgeha Fermandariyê a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, rêwresmek ji bo dawîbûna perwerdeya leşkerî a Rêkxistina Eşkere a vê partiyê pêk anî.

Rêwresm, bi xwandina marşa netewî a “Ey Reqîp” û xulekek bê dengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Pişt re endamên gerra perwerdeyê, sûnda wefadariyê ji bo Kurdistanê, bo rêbaza şehîdan û tevgera mafxwazî a netewa Kurd xwarin û soza xwe ligel rêbaza Demokrat nû kirin.

Beşek ji vê rêwresmê nimayişa serbazî a desteyên 141, 147, 152, 158 a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û herwisa desteyên 102, 165, 171 û 188 a Hêza Piştevanî a Pêşmergeyên Kurdistanê bû.

Pişt re “Kawe Behramî”, berpirsê Dezgeha Fermandariyê a Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, bi vê helkeftê gotarek pêşkêş kir, û di axaftinên xwe de, spasiya Dezgeha Rêkxistina PDKÎ kir ku bi awayekî berfireh ji bo girêdana xebata çiya û bajar kar dikin, û karîne di qonaxa niha a Rasanê de serkeftinê di vî warî de tomar bikin.

Got jî ku Rêkxistina Eşkere a PDKÎ, xwe di warên leşkerî de, ji bo qonaxên pêşerojê ên xebata me amade dike. Navbirî di dawiyê de got, “Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê careke din amadeyiya xwe ji bo van erk û xebatan nîşan da ku rêberiya partiya me wê erkdar dike. Di şert û mercên niha de, Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê şiyana hemû tevgerên leşkerî û şoreşgerî heye."

Pişt re “Dara Natiq”, cîgirê Dezgeha Rêkxistina Giştî a PDKÎ, di vê derheqê de, gotarek pêşkêş kir, û bal kişand ser hewl û tekoşîna endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li navxwe û dervey welat û nemaze li Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî berfireh mil bi milê Hêza Pêşmergeyên Kurdistan ji destpêka Rasanê ve xebat û têkoşînê dikin.

“Dara Natiq”, berê xwe da endamên eşkere ên PDKÎ û got ku: “Hûn, heman hêz û vîna xwebexş in ku weke baskê bihêz ê Rasanê di van salan de bi hewl, tekoşîn û xebata xwe, bi moraleke bilind tevlî şoreşê bûne.” Navbirî di dawiya gotara xwe de ragihand ku “Berî destpêkirina Rasanê, bê dengî bi ser xebata mafxwazî a Kurdan û pirsa Kurd de li Rojhilatê Kurdistanê bibû serdest. Di hevkêşeyên deverê de Kurd hatibûn piştguhxistin, lê bi hewl û tekoşîna we, careke din pirsa Kurd di Rojhilata Navîn de bû pirseke girîng a deverê û we ruhekî nû da bejina tevgera Kurdan."