Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Hilbijartin a PDKÎ û Dezgeha Hilbijartin a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê civîyan

18:50 - 2 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Dezgeha Hilbijartin a PDKÎ, serdana Dezgeha Hilbijartin a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê kir, û di vê dîdarê de, bas li alugorên piştî kongereya Partiya Demokrat kirin.

Roja Yekşemî 10`ê Xermanana 1398 (2`ê Îlona 2019`an), şandeke Dezgeha Hilbijartin a Partiya Demokarat, bi serperstiya “Selîm Zencîrî” berpirsê vê Dezgehê, tevî “Îsma`îl rehmanî” berpirsê Pêwendiyên Hizbê li bajarê Silêmaniyê, serdana Dezgeha Hilbijartin a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê kirin.

Şanda PDKÎ ji aliyê hey`eta Dezgeha Hilbijartin a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê ve bi serperestiya “Rizgar Elî” pêşvazî ji van hate kirin.

Di vê dîdarê de, şanda PDKÎ tevî pîrozbahî li erkê nû û hêviya serkevtin bo rêzdariyan xwast, bas li alugorîn piştî kongereya 16 û guherîna pêkhate û avabûna Dezgeheke taybet bi pirsa hilbijartin di Hizba Demokrat de kir.

Girîngî dan bi pirsa hilbijartin ku bandoreke rastewxwe li ser qedera netewan û kûrahîkirina riha Demokrasî û aştî û aramî heye, bas û mijarên vê civînê bûn.

Di vê dîdarê de, herdu alî li derheq pirsa hilbijartin, basa vê yekê kirin ku, emê Kurd jî, dibe di wê devera pir li alozî û arîşe de, di ceribandina wê ezmûnê û pêşxistinê de berdewam û xwedê rol bin.

Di dawiyê de, tevî kêfxweşiya herdu Şand li vê dîdarê, û tekez li ser xurtkirina pêwendiyên herdu Dezgeh û hevkariya wan di vê pêwendiyê de kirin.