Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ haydariyek belav kir

13:07 - 13 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Dezgeha Rêkxistina Giştî ya hizbê di haydarkirinekê de komek xalên girîng ji bo endamên PDKÎ  belav kir.

Deqa haydarkirinê wiha ye:

Haydariya Dezgeha Rêkxistina Giştî:

Em hemû endamên PDKÎ haydar dikin ku van xalên xwarê berçav bigrin:

Yekem, Di torên civakî û alavên pêwendîgirtinê de, ji danîn û şandina her cure post, wêne û zaniyarekê ku bibe sedema dirustbûna alozî û pirsgirêkan li hemberî çalakî û karûbarên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, xwe biparêz in.

Duyem, di torên civakî de, her cure gengeşe û niqaşkirinek ku zirarê  digihîjîne yekrêzî û yekbûna refên rêkxistina hizbê, xwe biparêzin.

Sêyem, rêzgirtin ji bîr û boçûnên cuda, pirensîpeke demokratîk e, û her cure bêrêzî û êrîşkirin û tometlêdan derheqê aliyên din bi her nav û nîşanekê be, ji derveyî pirensîpên rêkxistinê tê hesabkirin, û rê jê re nehatiye dan.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Rêkxistin a Giştî

22 Cozerdana 1397`an

12 Hezîrana 2018`an