Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 150 rojan de 53 kolberên Kurd li Rojhilat hatine kuştin

21:40 - 13 Tebax 2016

Kurdistanmedia: Di heyamê 3 heyvan de 53 Kolberên Kurd, li ser sînorên di navbera Kurtdistana Rojhilat û Kurdistana Başûr de, bi gulleyên hêzên ser bi rejîmê ve hatine kuştin.

Rêkxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxûyanikekî de ragehand ku, ji Newroza îsal ve, wate Newroza 1395’an a Rojî ve heya niha, bi aliyê kêm ve 53 kolberên Kurd ên Kurdistana Rojhilat, li ser sînoran bûne armanca gulleyên çekdarên rejîma Îslamî ya Îranê û di encam de canê xwe ji dest dane, û herweha 8 kolberên din jî birîndar bûne.

Xala balkêş derheq wan cînayettan eva ye ku, heya niha tu kesek seba kuştina wan kolberan, ji aliyê rejîmê ve nehatiye destbierkirin.

Hevdem erjîma Îslamî ya Îranê rê nade ku malbatên wan kolberên ku liser sînoran tê kuştin, herin dadgehê û gilînameyê seba kuştina kesûkarên xwe tomar bikin. Tenanet hinek caran pereyê wî gulleyî ku kolber pê hatî kuştin jî, ji malbata wan disitîne.

Eva di demekî de ye ku piraniya xeklê Kurdistanê, bi sedema hejarî û nedariyê, bi neçarî rû li sînorên Kurdistanê, bona karê kolberiyê dikin, da ku bi wî karî bikarin nanê rojê bo jin û zarok û malbatên xwe, peyda bikin.