Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di 32’mîn salvegera avabûna RDKÎ de

23:17 - 23 Hezîran 2012

Luqman Mêhfer

Roja 27’ê Cozerdana îsal, Radyo Dengê Kurdistana Îranê pê dawêje nava 32 saliya temenê pir ji şanaziye xwe. 31 sal berî niha RDKÎ bi keresteyên fenî ên herî despêkî û piştewaniya herî kin ya madî, bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Azerî li ser pêlên 41 metrî, yekem pirograma xwe ya fermî bi gotara rêberê navdarê kurd Dr.Ebdolrehman Qasimlo, Sekreterê Giştiyê wê demê yê partiyê dest pê kir û programên din bi bêjeriya Mistefa Hicrî, Sekreterê niha yê partiyê wekî yekem bêjerê vê radyoyê weşiyan.

Piştî derbazbûna pitir ji sê dehikan bi ser avakirina vê Radyoyê de, niha baştir derdikewe ku hizr û bîrokeya avakirina vê radyoyê, di rewş û serdemê ji dayîkbûna xwe de, çiqas hizrek pêşkevtîxwaz, zanistî û bi nêrînek eqlanî bûye.

Ku eva jî du mebestên sereke li xwe digire:

Yekem: Bo gehandina dengê mafxwazaneya gelê kurd bi raya giştî, bona bidestxistina mafên netewî û şiroveya siyaset û stratejî û armancên wê bo civatên xelkê kurdistanê.

Duyem: Pûçkirina naveroka siyasetên dijî gelî ên deshilatdarên hakim biser kurdistanê û eşkerekirina pîlan û cînayetên rejîma Komara Îslamî derheq gelê kurd.

Di rewşekê de Dengê Kurdistana Îranê hat avakirin ku sal û nîvek bû rejîma taze bi deshilat gihîştiye Komara Îslamî li seranserê Îranê bi awayek hovane dest dest dabû serkuta azadiyên demokratîk di Îranê de.Kurdistan ketibû ber êrîşan û hatibû dorpêçkirin û roj nebû li bajar û gundên kurdistanê kuştinên bikomî birêve nebe. Leşkirên cehl û nezaniyê di bin siya fitwaya reşe Xumênî de, kuştin û rijandina xwîna xortên kurd bi helal û bi erkek şer’î û yasayiye xwe dizanîn. Hemû hewlên han bona jinavbirina azadiyên demokratîk li Îranê û fetisandina dengê mafxazaneye gelê kurd li kurdistanê bû.

Di rewşek weha bi tirs û xof de, Dengê Kurdistana Îranê, yekem tirîbûna kurdî bû li nav hemû rêxistinên siyasî ên Îranî û Kurdistanî de ku hêviyek mezin xist dilê guhdar û evîndarên dûr û nêzîke xwe. Û mizgîniya xebatek berbilawtir û şûndanertir bi hevwelatiyên têhniyê azadiyê da û momek teyîsand ku heta niha bûye bi meşxela ronahîker a riya xebatê.

Ji hêla din, nasîna taybetmendiyên civaka kurdistanê sedemek din bû bo avakirina radyoyê. Ji ber ku wê demê piraniya xelkê Kurdistan û Îranê nexwendewar yan ji kêm xwendewar bûn, lewma pêlên radyoyê bê arîşe û berbestên zemanî, cuxrafî û siyasî, dikarî herdem li nebûna pêşmerge de, serî ji her mal û cihekê bide û li guhê her kesî/ê de biçipîne. Bi vî awayî bi îmkanatek gelek kêm, Radyo Dengê Kurdistana Îranê derket qada tekoşînê di pêxema azadî, pîşketin û xebat bona bidestveanîna dirûşma stratejîkî a wê demê ku ‘’demokrasî bo Îranê û otonomî bo Kurdistanê’’ bû. Ji wê rojê ve heya niha bêrawestan erkê xwe yê pîroz ku gehandina dengê PDK Îranê ye, bi cih aniye. xwezayî ye ku di vê peywendiyê de jî kêmasiyên radyoyê jî hebin, çûnkî bi astengên mezin re berbirû bûye û bi dehan car li ser çiyayên bilind heya deştên pan û berîn ên kurdistanê cihê xwe guhertiye. Wê yekê jî zehmetî û fîdakariyek zaf xwastiye.

Hêvênê wê fîdakariyê jî ji îman û bawera qahîm a kadr û pêşmergên partiyê û piştewaniya xelkê kurdistanê çavkanî girtiye. Herçiqas ku di wan 31 salên temenê xwe de bi kêmî rû daye ku weşanên radyoyê ji ber sedemek teknîkî yan sebebek din bernameyên xwe derengtir ji dema xwe weşandibe yan ji weşanê sekinî be, ku li vê derheqê de xelkê kurdistanê nîgeran bûne.

Lê ew peywendî û hebandina han bi hêsanî çê nebûye. Radyo Dengê Kurdistana Îranê xweştevî ye, çûnkî dengê Partiya Demokrat, partiya pêşeng û şoreşvanê xelkê kurdistanê ye. Dengê zelal yê xelkê kurdistanê ye, bas ji hêvî û armancên xelkê dike û ji bo bidestanîna armancên wan dixebite. Radyo dostek bi pirensîp, rastbêj û niyetpak bûye, guhdarên xwe berxwar nekiriye û rastî, çiqas tal bûn jê neveşartiye. Tenê nûçeyên xweş û bas ji serkevtin û cejn û şahiyen nekiriye, belkî nûçeyên karesat û terora rêberan û şehîd ketina xortên xweştivî, îdama girtiyên siyasî, hovêtiyên rejîmê, jiyana pirr ji êş û çewsandinê di bin siya rejîmên dîktator û kevneparêz de belav kiriye. Lewre jî li beşên din ên kurdistanê de jî guhdarên xwe hebûn û xelkê wan herêman rêz jê digirtin. Nek her dostan, belkî dujminên gelê kurd jî weke çavkaniyek rast û girîng di nava ragehandinan de didîtin. Herçend îro di bin siya pêşketinên teknolojiya serdem û derketina kanalên esmanî, ragehandinên giştî pêşketinên berçav bi xwe dîtine û evê jî bandor li ser karê radioyê kiiriye, lê bi vî halî jî Dengê Kurdistana Îranê guhdarên xwe her hene û girîngiya xwe ji des tedaye.

RDK Îranê bûye stiriya kelema cave dujminên azadiyê û herdem di hewla fetisandina wê de bûne, lê bi xweşî ve hewlên wan hertim şikestxwarî bûne. Dema ku Radyo weşanên xwe dest pê dike, rayedarên rejîmê vediciniqîne û tine bîra wan ku ev radio, zimanhalê partiyek pêşeng û şoreşvan weke PDK Îranê ye, hevdem keniyek pir ji hêvî dixe ser lêwên xelkê kurdistanê. Hekî caran Radyo Dengê Kurdistanê li ser şepêla 41 û paşan jî li ser 60 û 75 metriyê de di bin pêlên parazîta tund ya dûjminê gel û azadiye de, tenê di nava çiyayên kurdistanê û çend deverên Rojhilata Navîn de dihat guhdarîkirin, îro cuda ji wan firêkansan, radioyê malpera xwe haye û li ser kenala esmaniya Tishk tv ku berhemê xwîn û fîdakariya bi hezaran şehîdên kadr û pêşmerge û endamên partiyê ye bilaw dibe û li piraniya welat û dewerên cîhanê de dengê wê tê bihîstin.

Serbarê pîrozkirina vê rojê ji hemû xelkê kurdistanê û evîndarên vê radyoyê, sere rêz û hurmetê li hemberî fîdakarî û cangorîtiya hemû şehîdên serbilind bi taybetî yên ku cîdestê wan li karê radyoyê de heye, ditewînin û rêberên şehîd û hemû şehîdên hizb û gel xatircem dikin û soz didin wan ku heya serketinê her zîndî û berdewam li pêxem xizmetkirin bi armancên gel de dimîne.