Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Merîwanê de şerekî giran çê bû

18:38 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di haydariyekê de belav kiriye ku, di bajarê Merîwanê de, şerekî giran di navbera hêzeke şoreşgir û Spaha Pasdaran ya terorîst a rejîma Îslamî ya Îranê de derket.

Li gorî nûçeya ku “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê” belav kiriye, şeva derbazbûyî, demjmêr 2`yê şevê rêkevta 30`ê Pûşpera 1397`an, di devera Merîwanê, nêzîkî gundên weke “Derê” û “Nişkas” di navbera hêzeke şoreşger û Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê şerekî giran çê bû.

Li gorî zanyariyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di vê şer û pevçûnê de, hêzên rejîmê  gellek birîndar û kuştî  hene, û çendîn Ambulans ji bo cihê ku şer tê de çû bûye hatine şandin, û heta kuştî û birîndarên rejîmê ji bo nexweşxaneya “Bû Elî” veguhastine.