Kurdistanmedia: Pêvajoyeke nû ji îdaman, di Îranê de dest pê kiriye, û tenê di dema 17 rojan de, 56 kes di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin, ku di her rojê de, 4 kes îdam kirine.
Nûçegihaniya “HRANA” belav kiriye; ew îdamane di bajarên Şahrûd,Gorgan,Kerec,Urmmiye,Mînab,Şîraz û Tevrêzê de hatine encam dayîn.
Li gor gotina çalakên mafê mirovan, ev rêjeya ji îdaman, di demeke wisa kurt ya zemanî de, di 2 salên derbazbûyî de bê wêne bûne.
Her di vê pêwendiyê de di berbanga 8’ê Rezberê,di zîndana navendî a Urmiyê de, 8 kes hatine îdamkirin ku hemû ew girtiyene Kurd bûne.
Ew kesane bi tohmeta “Qaçaxa madeyên hişbir”, “Dizî”, “Qetil” û “Destdirêjîye” hatine îdamkirin.
Di sala derbazbûyî de lêborîna navneteweyî derheq bi “zêdebûyîna”asta Îdamiyan di Îranê de, dilgiraniya xwe anî ziman, û ev dadgehên ku wan biryaran didin, wekî dadgehên“Ne serbixwe”, û “alîgir” bi nav kir.
Li gor gotina wê rêxistinê,Îran di sala derbazbûyî de,piştî Çînê duyemîn welate di warê darvekirinê de ye.