Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di despêka sala 2016’an de zêdetir ji 52 kes di Îranê de hatine bidarvekirin

22:11 - 18 Kanûna Paşîn 2016

Kurdistanmedia: Bidarvekirin di girtîgehên rejîma Îranê de hêj berdewam in, û tenê ji despêka sala 2016’an ve heya niha, pitir ji 52 kes di Îranê de hatine bidarvekirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî, beşek ji wan kesên ku di Îranê de hatîne darvekirin, bi tawana bazirganîkirin bi madeyên hişber û beşeke din beşek bi tawana qetil û beşek din jî bi tawana dijayetiya tevî Xwedê hatine darvekirin.

Li gor yasaya bingehîn a Komara Îslamî, cezaya bazirganîkirin bi madeyên hişber û qetla bizanebûn û dijberî tevî Xwedê, bidarvekirin e. Lê di vê navberê de rejîma Îranê bona jinavbirina dijber û neyarên xwe, wan li jêr navê bazirganîkirina bi madeyên hişber û dijayetî tevî Xwedê bidarve dike.

Eva di demekî de ye ku welatê Îranê piştî welatê Çîne, di pileya duhem a bidarvekirina xelkê xwe de ye di cîhanê de.