Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di du bûyerên cuda de du hevwelatiyên Kurd canê xwe ji dest dan

14:27 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Hevwelatiyek bajarê Bokanê di çemê “Cexetû” de qeniqî û hevwelatiyek Mehabadê jî seba birûskê canê xwe ji dest da.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 30’ê Hezîrana 2012’na, ciwanek temen 19 salî bi navê “Elî Şerîfzade” kurê “Umer”, xelkê “Mîrawa”a Bokanê di çemê “Cexetû” de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.
Navbirî bi armanca karkirin di kêlgeyên silkan li bajarê Şahîndijê bû û li gel çend hevalên xwe li çemê “Cexetû” de melewanî kirine, lê seba neşaraza bûn di wî çemî de, binav bû û canê xwe ji dest da.
Herweha di bûyerek din de li bajarê Mehabadê, berwar 28’ê Hezîranê bi sedema birûskê hevwelatiyek bi navê “Bazîd Qadirîeqdem” temen 46 salî, canê xwe ji dest da.