Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di girtîgeha Sine de şika darvekirina 4 zarokên Kurd heye

15:48 - 24 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Çar kes ji hemwelatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sine bi tometa qetlê di girtîgeha bajarê Sine de hatine ragirtin, û şika darvekirina wan heye.

Ev 4 kes ji hemwelatiyên Kurd ku di dema encamdana tawanê de, temenê wan di bin 18 salan de bûye, pêk tên ji:
1- Yûsif Mihemedî, jidayîkbûya 1374’an ku di dema destbiserkirinê de temenê wî 14 sal bûye.

2- Hêmin Hewramînijad, jidayîkbûya 1376’an, ku di dema destbiser kirinê de temenê wî 17 sal bû ye.

3-Siyaweş Mehmûdî, jidayîkbûya 1374’an ku bi gotina xwe bo pêşîgirtin ji destdirêjiyê tûşî qetlê bûye, û di dema destbiser kirinê de temenê wî 17 sal bûye.

4- Amanc Husênî, jidayîkbûya 1375’an ku di dema destbiserkirinê de temenê wî 17 sal bûye.

Li gor peymannameya navnetewî ya mafên civakî û siyasyn û konvansiyonên mafên zarokan, biryara cîbicîkirina cezaya darvekirinê bo zarokên ku temenê wan di bin 18 salan de be, neyasayî ye.

Cezaya darvekirinê bo zarokên bin 18 sal, niha di welatê Îran, Erebistan, Pakistan û Sûdan bi rê ve diçe, û eva jî di demekê de ye, ku welatê Îranê yek ji wan welatan e ku rêkevtinnameya navnetewî wajo kiriye, lê bi kiryar di tu demekî de bi rê ve nebiriye.

Di hefteya derbazbûyî jî de, Fatime Salibî di dema encamdana tawana wê de, temenê wê di bin 18 saliyê de bû, lê di Îranê de hat bidarvekirin.