Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di girtîgeha Zahidanê de, bêgarî bi girtiyan tê kirin

12:06 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Girtiyên girtîgeha Zahidanê, yên ku rojane mafê karkirina li derveyî girtîgehê hene, û naskirî ne bi girtiyên “Re`iyê Baz”,  ji aliyê berpirsan ve karê şexsî û bêgarî bi van tê kirin.

Li gora raporeke nûçegihaniya “HRANA”yê, girtiyekî girtîgeha Zahidanê di vê derheqê de ragehandiye, ku birêveberê giştî û dadwerên girtîgehê, her hemû jî girtiyan dibin malên xwe, û dibin organên dewletî ên wekî şaredariyan û karê xwe yê şexsî û bêgariyê bi wan dikin, bi bêy vê ku çi pereyekê bidin wan, û ew jî serbarê rewşa pirr xirap ya malbatên xwe, naçarin bêgariyê bo wan berpirsên girtîgehê bikin, bona vê neçin nav girtîgehê de.

Berpirsên girtîgehê serbarê vê ku çi diravî nadin van girtiyan, heta dibêjne wan ku me alîkariya we kiriye, da ku hûn bikarin rojane derkevin derveyî girtîgehê.

Girtiyekî din bi nûçegihaniya HRANA ragehandiye ku ji demjimêr  2`yê  şevê heya 9`ê sibezû van girtiyan dibin bona paqijkirina şeqam û kolanan, û dibêjne wan emê 500 hezar Tûmenî bidin we, lê piştre derevan dikin û destvala wan girtiyan dişînin girtîgehê.

Ew şêweya bêgariya bi girtiyan, jiyana wan serûbin dike, û malbatên wan rastî têkçûnê dike, jiber ku nebûna dahatê, dibe sedema ji aliyekî ve nexwendewarmana zarokên girtiyan, û ji aliyekî din ve cardin destkirina van girtiyan bi karê neyasayî bona birêvebirina malbatê.

Girtîgehên naskirî bi “nîve vekirî” û “vekirî” ji bo wan kesan in, ku yan tawanên nebizanebûn encam dane, yan jî heyamek ji hepsa xwe derbaz kirine.

Di van girtîgehan de, ew girtî diakrin çalakiyên pîşeyî û karkirinê hebin, û ji riya van kargehan ve ku di bin çavdêriya Saziya Girtîgehan de ne, yan pîşeyekê bi`elimin, yan jî dahatekê ji xwe re bi dest bixin.

 Girtiyên naskirî bi “Re`iyê baz” ew girtî ne, ku dikarin sibezû ji hewşa girtîgehê derkevin, û piştî karekî rojane û berî rojavabûnê cardin xwe bi berpirsên girtîgehê bidin nasandin.