Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama mehekê de 267 hereketên nerazîbûnê hatine lidarxistin

11:24 - 7 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Li Îranê di heyama meha derbazbûyî de, herî zêde 267 hereketên nerazîbûnê, li hemberî xemsarî û destpîsiyên birêveberên welat hatine lidarxistin.

Rojnameya “El-Riyaz” a Erebistana Si`ûdî  ku roja Duşemî 5`ê Tebaxa 2019`an, di raporeke xwe de daye zelalkirin ku, rejîma Îranê rastî kirîzên navxweyî û derve yên navneteweyî hatiye, û herwisa rastî keb û kîn ê tund ên welatiyan li hûndir hatiye, ku di heyama meha derbazbûyî de, 267 hereketên nerazîbûnê hatine lidarxistin.

Herwisa vê rojnameyê di vê rapora xwe de, wiha berdewam kiriye, bi sebeba destpîsiyên bêmînak ên birêveberên welat, xemsarî û jêhatînebûna berpirsên dewletê, kirîzên wekî destengî, betalî, bilindbûna nirxan, destpîsiyên herî mezin ên rayedar û navendên serkutkar ên rejîmê û … hwd, pisîra civaka Îranê bigirin û her ev yek jî bûye sebeb ku di bajarên coda ên Îranê de nerazîbûnên welatiyan derkevin holê.

Pêka zanyariyên ber dest, ev hejmara 267 hereketên nerazîbûnên welatiyan, di 78 bajarên Îranê de, hatine lidarxistin.

Bi sebeba alozbûna rewşa aborî, xemsarî û jêhatî nebûna birêveberên dewletê, kirîzên wekî betalî û destengî û herjmara welatiyên rûniştî ên derdora bajaran ber bi zêdebûnê diçe, û hovîtî û dirindehiya dezgehên serkutkar ên rejîmê nikarin pêşî ji serîrakirina xelkê bê soç ên welat bigirin.