Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de mafê xwindinê li peyrewanên Olî tê standin

13:02 - 12 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê pêşî ji mafên Olî digre û wê care jî daye zanîn ku, peyrewên Olên bîhanî nikarên di Îranê de beşdarê dibistan û zanîngehan bin.

Wezîrê Hînkarî û Perwerde ê rejîma Îranê Muhsên Hacî Mîrzayî ragihandiye ku, hekî xwindekar bidine zanîn ku peyrewên Olên dinin, bilî olên fermiyê hikûmetê, dê ji xwindinê bêpar bimîn in.

Herwisa navbirî gotiye, hekî di zanîngeh û dibistanan de amade bin, eve piropagendeyeke bo Ola bîhanî. Û bi wî awayî rejîmê amadebûna peyrewên Olên bîhanî di dibistanan de qedexe kiriye.

Pêka yasaya bingehî a rejîma Îranê peyrewên hemû Olekê dikare di dibistanan de amade bin, lê eve di halekê de ye ku, peyrewên ayînên wekî, Yarisan, Behayî, Yehûdî û…hwd, di dema ku di karûnbarên rejîmê de amade dibin, bi taybet xwindinê, li tirsa vernegirtina wan, xwe bi mezheba Şîe didine naskirin.

Rejîma Îranê bi berdewam dide zanîn ku, mafê kêmaniyên Olî di Îranê de diparêze, lê nek naparêze belkî, bi awayî ku bi xwe didine zanîn, derdikeve ku tiştek bi navê mafê Olî di Îranê de tine.