Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de nirxa nan roj li pey roj bilind dibe

13:16 - 24 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Bilindbûna nirxên tiştan li bazaran û nemaze nirxa nan di Îranê de, roj li pey roj bilind dibe û heya niha jî nan nirxeke xûya nîne.

Bi sedema siyaseta xweser a deshelata rejîma Îran li navxwe û derveyê sînorên wî welatî û dorpêçên li ser Îranê, û kirîza navxweyî, roj li pey roj nirxên hevcehiyê jiyanê di bazarên Îranê de bilind dibin û berpirs û karbidestên rejîmê bi dizîkirin, talan û gendelîkirinan xwe ji hemû arîşeyên navxweyiyê wî welatî rizgarkirine û tu hewlekê bo çareseriya kirîzan zal di ser xelkê de nadin.

Di vê derhegê de, Bîjen Muqedem, berpirsê Yekîtiya nanvaxwaneyên Îranê daye zanîn ku, Duşemeya hefteya derbasbûyî di civînekê de biryar li ser nirxa nanê Hikûmetî dane û me jî pîşniyara xwe bi Navendên din dane, lê heya niha rûn nîne ku hikûmet kîjan ji wan nirxane dipejirîne.

Herwisa navbirî daye zanîn ku, biryare Saziya piştevanîkirin, bi hilsengandineke hûrî nirxan ji aliyê Yekîtiya Nanvayiyan û Sazî û çavkaniyên din ve nirxên yekalî bi xelkên Îranê re rabigehîn in.

Herwisa berê jî berpirsên Yekîtiyên nanên fantîzî, nanên xwecihî û yekîtî û saziyên pêwendîdarên din bas li bilindbûna nirxa tev corên nan kiribû û di vê pêwendiyê de jî, rojnameya “Şehrwend” a girêdayî rejîmê belavkiribû ku, biryar wisaye ku nirxa nanê lewaş bibe bi 500 tûmen û nanê Taftûn 1000 tûmen û berberî û sengek jî bibin bi 3 hezar tûmen.