Kurdistanmedia

Yekşem 15 Îlon 2019
Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Îranê de rojên Pêncşemî jî te`itil bû

12:59 - 19 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Meclisa rejîmê, gelaleya te`itîlkirina rojên Pêncşemî, pejirand.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Meclisa rejîmê gelaleya te`itîlkirina rojên Pêncşemî, pejirand.

Niha pêde di Îranê de her wekî rojên Înê, dê rojên Pêncşmî jî, bibe roja te`itîl î.

Bi taybet rojên Pêncşemî, êdî karê îdarî û xwandinê tunabin.

Hatiye ragihandin ku li pejirandina wê biryarê, erkê hemû parêzgehên Îranê ye ku kar pê bikin, û di niha pê de Pêncşemî wekî Înê te`itîl bikin.

Di wê gelalê de hatiye ke, demjimêra karê îdarî dê her wekî berê, dê 44 demjimêr be.

Ev biryar û pejirandina gelaleyekî wiha ji aliyê meclisa rejîmê ve, heta tu qasekê dê alîkariya rejîmê bike? yan zêdebarî hebûna dehan arîşên xelkê, ew yeke jî dê bibe sebeb ku arîşe û pirsgirêkên ser jîyana xelkê Îranê zêdetir bin.