Kurdistanmedia: Li bajêrokê Îslamabad a bajarê Urmiyê, tenê mêtreke mekanê kesik tunîne.
Li Îslamabada Urmiyê ku pitir ji 30 hezar malbat têda akincîne, ne tenê park û cihê lîstina zarokan tune, belkî tenê metrek cihê keskatî nehatiye çêkirin.
Hemû xelkê akincî ên bajêrokê Îslamabadê Kurdin û Rejîm ji warê xizmetguzarî û pêregihêştinê ve, bi yek carî pişt guhê xwe ve avêtine.
Ne tenê Îslamabad, belkî cihên weke Elwac, Terziliya, Kuştargah, û zaf cihên din ên derdora bajar, ku akinciyên wan Kurdin, li nebûna xizmetguzarî û avadanî û pêregeheştinê kevtine ber dujmin kariya Rejîmê.
Ewe 40 sale berpirsên Rejîmê li devedewê maşkanêya binav hilbijartin, qevl û sozên direw didne akinciyê Îslamabadê û cihên din ê bajarê Urmiyê, ku dê xizmetguzariyên wekî park û cihên keskat bo wan avabikin, û bi wan sozên direw heta wan bikişînine ser sindûqên dengdanê, dema ku dengdan dawî pê hat, îdê pişt guhê xwe diavêjin.