Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, salroja avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tekoşerên Demokrat, li nêzîkbûna 25`ê Gelawêjê, salroja avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarokê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Endamên PDKÎ, li bajarokê “Nê” bi nivîsîna siloganên wekî: “Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîroz be 25`ê Gelawêjê salroja avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bijî Qasimlo û Rasan berdewame”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.