Kurdistanmedia: di Rojhilata Kurdistanê de, qutabî rastî pirsgirêkên zaf ên xwendinê bûne, ji aliyek din jî, nebûna qutabxanan ser paşeroja qutabiyan bûye gef.
Li gorî nûçe ya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”, di bajarê Urmiyê de, li dewera “ Enzel” a vî bajarî, qutabî bi sedema nebûna qutabxanê, di mizgevtê de dixwînin.
Niha qautabî li gundê “ Mê`şik” a dewera “ Enzel”ê di mizgevtê de dersê dixwînin û qutabxane li wî gundî de tunine.
Hevdem di gundê “ Gumare Leng”a bajarê “ Merîwanê, qutabxane bi sedema xirab bûnê, hatiye daxistin û 35 qutabiyên xwandina destpêkî û nawendî, qedera wan nerone.
Welatiyekî xelkê “ Merîwan”ê ragihand: Ew qutabxane tevî ku 3 heya 4 caran hatiye nû kirinê, lê bi hegera ku bi başî nahatiye nû kirinê, hatiye daxistin.
Her sal di meha Rezberê de ku qutabxane dest bikarê xwe dikin, çîroka tunebûna mamosteyan û qutabxaneyan li Îran û Kurdistanê, dubare dibe û ev pirsgirêk nayê çareserkirinê.