Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di parlementoya Behrînê de hewldan bo pêkanîna dewleteke Erebî li Xûzistanê de berdewam in

20:18 - 30 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: 40 endamên parlementoya Behrînê, piroje yasaya pêşniyarî ya 5 endamên parlementoyê wajo kirin, ku tê de pêşniyar kirine ku herêma Ehwazê ku cihê akincîbûna Ereban e li Îranê de, wekî herêma dagîrkirî ya Erebî bê nasandin.

Li gora nûçeya malpera Şerqul Ewsetê pênc parlemantarên Behrînî, piroje yasayek pêşniyar kirine, û heya niha 40 kesî piştgirî dane vê pirojeyê, ku herêmên ku Ereb tê de akincî ne, û zêdetir Xûzistanî ne, û xwe bi Ehwazî dihesibînin, wekî dewleta dagîrkirî bidin nasîn, û dewleta Behrînê jî, wê dewleta erebî bi fermî nas bike.

Serokê Lêjneya pêwndiyên derve û parastina nîştimanî li parlementoya Behrînê de bi Şerqul Ewsetê ragehandiye, ku ew piroje biryar nîşanderê armancên gelê Ereb e, ku bo heyama çendîn dehikan e, li jêr zulma Îranê de ne. Herwisa dibêje ku ew piroje biryar, destpêkek e bo gehandina dengê gelê belengaz ê Ereb li Îranê de, bi raya giştî a cîhanê.