Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di welatê “Almaniyayê” de rêz li kesayetiyeke xebatkar hate girtin

17:17 - 3 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Rêûresmeke taybet bo rêzgirtin li “Dr. Gulmurad Muradî”, wekî kesayetiyeke xebatkar û xuya ya Rojhilat, ji aliyê navenda cîhanî ya Kurd li bajarê “Frankfurt”a Almaniyayê, rêûresmek birêve çû.

Di wê rêûresmê de, ku roja Yekşemî 11`ê Cozerdana 1398`an hatibû lidarxistin, bi amadebûna nûneratiya komîteya giştî ya PDKÎ li welatê Almaniyayê, bi serperestiya “Kejal Neqişbendî”, û her bi wê boneyê peyamek xwandin.

 “Kejal Neqişbendî” di peyama xwe de got: “Bo PDKÎ ku wekî Partiyeke alahilgire pirsa neteweya xwe ku ev heyama zêdeyê heft dehike xebat dike, û hemû demekê li kesayetiyên zehmetkêş û mand’nenas ya neteweya me ya rêzgirtî ye, û rêz li xebatkar, rojnamevan, hunermend û bigiştî revşenbîr û hemû ew kesên ku lipêxema xebata rewa ya gelên xwe de zehmetê dikişîn in girtiye, û taybetmendiyên berçav hebûye, û bi çavekî rêz û hormet mizeyê hewla wan kiriye, ku yek ji wan mirovên xebatkar, “Dr. Gulmurad Muradî” bûye û hêviya tendirustî û temen dirêjî bo wê dixwazin.

Cihê basêye ku, “Dr. Gulmurad Muradî”, keyfxweşiya xwe bi wê boneyê nîşan daye û spasiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îran û komîteya giştî ya PDKÎ li welatê “Almaniyayê” kir.