Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di “Xûteya Rojhilat” de gellek sivîl bûne qurbanî

13:55 - 8 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Saziya Çavdêr a Mafê Mirovan ragehand ku 23 kesên sivîl di herêma Xûteya Rojhilat de jiyana xwe ji dest dan.

Li gora nûçegihaniyan di roja Duşemiyê de 31 kesan û di roja Sêşemiyê de jî aliyê kêm 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

NY roja Sêşemiyê daxwaza ragirtina bilez ya êrîşên leşkerî aliyê kêm bo mehehkê kir, da ku bikarin alîkariyên mirovî bigehînin nexweş û birîndaran.

Niha ji aliyekî ve arteşa dagîrker ya Tirkiyê digel hêzên Arteşa Azad ya Sûriyê bi hemû hêza xwe di hewla dagîrkirina xaka Efrînê de ne, û ji aliyekî din ve jî hêzên hikûmeta Sûriyê digel hevalbendên xwe li dijî opozisyona Sûriyê şer dikin.

Gellek çavkanî bas ji bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê rejîma Sûriyê ve dikin, lê roja borî Rûsiyê ragehand ku ew îdia neratst e û tenê piropagende ye.

Hêjayî basê ye ku çend rojan berî niha dema Firansayê xwast ku civîna Konseya Ewlekariyê taybet be bi êrîşa Tirkiye bo ser Efrînê ku gellek xelkê sivîl di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de bûne qurbanî, Tirkiyê gef li Firansayê xwarin, û ew gefxwarin bû sedema poşmanbûna Firansayê û welatên din ên endam di Konseya Ewlekariyê de, ji vê ku ew civîn taybet be bi Efrînê.

Lewra di vê civînê de tenê bi zimanekî nerm daxwaz ji Tirkiyê hate kirin ku êrîşên xwe ragire.