Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibistanên Kanêksî dersxanên deverên derdora bajarê Urmiyê rastî pirsgirêkan anîne

11:05 - 4 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Dibistanên kanêksî arîşeyeke mezin bo dersxwanên devera Somaubiradust ya ser bi bajarê Urmiyê çê kiriye, û demsala sirê jî nêzîkbûye û dersxanên wî deverê rastî pirsgirêkan hatine.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di devera Somaubiradustê ya ser bi bajarê Urmiyê de nêzî 30 dibistanên kanêksî hene û bi sedema hatina demsala sirê, zarokên wî deverê rastî pirsgirêkan hatine.

Welatiyên wî deverê bi malpera “kurdistanmedia”yê re ragihandine ku: Di wir ku çendîn dibistanê kanêksî henen, dema ku sibêzûyan zarok diçine dibistanan di wan kanêksên sar de dersê dixwinin.

Herwisa dane zanîn ku, me ji birêveberê dibistanê re gotiye şifajên petrolî hil bikin, lê ji me re dane zanîn ku xirab bûne û petrol jî nîne. Me serdana binkeya Perwerde û Hînkariyê jî kiriye, ji me re gotine dibe hûn pareyê petrol û çêkirina şifajan vala bikin.

Eve di halekê de ye ku, hersal bi wî awayî perê petrol ji malbatên zarokên dersxwanan distînin û ne sofajan hildikin ne jî petrolê dikirin.

Devera Somaubiradust ku nêzî sînorê Tirkiyê ye, demsala sirê zû tê û dibistanên kanêksî di wî demsalê de wekî bûzê lê tên.

Bi wî awayî zarokên wî deverê rastî pirsgirêkan hatine, gelek caran bi sedema sirê nexweş dikevin gelek caran jî dest ji xwendinê ber didin, û rejîm jî tu fikrekî bi halê wan re nake û tenê di fikra kiriyarên terorîstî li derveyê welate.