Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Digel Şehîdên 17`ê Xermanan peyman hate nû kirin

13:46 - 5 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Xelkê tekoşer û qehreman ên Kurdistanê bo şermezarkirina cinayetên rejîma Îslamî a Îranê, û bi hilkefta nezîkbûna 17`ê Xermanan çalakiyên banghêjî birêve birin û peyman digel rêbaza şehîdan nûkirin,

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarê Selmasê, bi hilkefta 17`ê Xermanan, roja mûşekbaran a rejîma Îranê, bo ser binkeyên Hizba Demokrat, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ew cihên ku çalakî lidar xistine wiha ne: Derwaza bajarê Selmasê bo Urmiyê, Selmas bo Xuyê, Selmas bo Tewrêz, çendîn rê ku dikevine li ser rêya gundên wekî: Rekawe, Solav, Hoder, Şorik, Sêrêya Melîk, Mancix, Ereban, Verdan, Şîdan, Gobe, Leşkiran, Gulan, Çarsitûn û Engîce.

Her di vê çalakiyê de, bi belavkirina wêneyên Şehîd, “Farûq Hesen Xeyat” û Şehîd “Muxtar Qadirpûr” peyman digel rêbaza şehîdan nûkirin.

Hevdem wêneyên rêberê şehîd, “Dr. Qasimlo” di vê çalakiyê de belavkirin.

Ji aliyek din ve, bi nivîsîna siloganên wekî “bijî Hizba Demokrat, bijî Kurd û Kurdistan û bijî Şehîd Dr. Qasimlo” piştevanî li Hizba Demokrat kirin.