Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijekiryara welatên Ewropayî, li hember pêngava sêhem ya rejîma Îranê

13:02 - 8 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Ragehandina helwêsta rejîma Îranê li derheq wekişyan ji sozên xwe li hember Bercamê, dijkiryara zaf aliyan bi du xwe ve anî.

Piştî ragihandina pêngawa sêhemîn ya rejîma Îranê, ku li sozên xwe ên Bercamê paşte vedikişe, dijkiryar bi du xwe ve anîn.

Birîtaniya li hember wê helwêsta rejîma Îranê nîgeraniya xwe da xûya kirin.

Firansayê jî ragihand, ew helwêsta rejîma Îranê, digel cehdên Firansayê ku dixwast aloziyan kêm bike, di netebayî yê de ye.

Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî jî tevî eyana nîgeraniya xwe li hember wê biryara Îranê, daxwaz ji Îranê kir ku bila vegere ser sozên xwe û çiyê din nebe sebeba nîgeraniyan.

Almaniya jî, nîgeranîya xwe dayê xûyakirin û ragihand, hekî Îran bixwazê givaşan li ser xwe kêm bike, dibe vegere ser maseyê danûstandinê.

Deshilatdarên Amerîkayê jî, di vê derheqê de axivîne û dane zanîn û tekez li ser vê yekê kirine ku, Îran nikare bi wan kiryar û gefane ti givaşekê li ser xwe kêm bike, lewma kite rêka ku berahîka wan dimîne, vegeryan bo danûistandinê ye.