Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîplomat-terorîstên Îranê gef in li ser Danmarkê

13:20 - 15 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsekî Danmarkê ragehand: Dîplomat -terorîstên Îranê gefek in li ser asayîşa welatê me, û dibe di wî welatî de bêne derkirin.

Radiyoya dengê Îsraîlê eşkere kir ku “Nasir Xadir” berdevkê Navenda Bergiriya Danmarkê, û Hizba kevneparêz (mihafizekar) a wî welatî, di gotûbêjekê de digel “Radiyoya Danmark”ê ragehand: Dîplomat-terorîstên Îranê ku ser bi spaha terorîstî a Pasdaran in, wekî gefekê bo ser asayîşa welatê me têne hejmartin, û dibe di wî welatî de bêne derkirin.

Navbirî li dirêjiya qisên xwe de ragehand: Mana dîplomat-terorîstên Îranê di welatê wan de wekî kêşeyeke mezin hat navbirin, û di wê derheqê de got: Em dibe bi awayekî micid digel wan kêşane de serederiy bikin, û ew kesên ku ser bi Spaha Pasdaran in, di balyozxaneya Îranê li bajarê Kopinhagê de der bikin.

Piştî wê ku di destpêka heyva Xezelwera 1397an de, berpirsyarên emnî ên welatê Danmarkê ragehandin ku bi alîkariya du navendên emniyetî ên welatên Siwîd û Norwêjê pilaneke terorîstî ên Îranê hilweşandin, “Andrês Samoêlson” Wezîrê Derve yê welatê Danmarkê digel gazîkirina balyozê welatê xwe ji Îranê, bo çendîn carî berdewam balyozê Îranê di wî welatî de gazî kir, û di wê derheqê de hişdarî daye wan.

Her di vê derheqê de “Mike Pompeo” Wezîrê Karûbarê Derve yê Amerîkayê di “twitt”ekê de, piştevaniya welatê xwe derheq dijkiriyarên Wezîrê Derve yê welatê Danmarkê di hember hewlên terorîstî ên Îranê di wî welatê de ragehand.